Erdogan wekî sala malbatê ragihandibû: Di 9 mehan de zêdetirî 200 jin hatin qetilkirin 2025-09-25 09:13:29 STENBOL- Di neh mehên ewil ên sala 2025'an de ku ji aliyê Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan ve wekî "sala malbatê" hatibû ragihandin, zêdetirî 200 jin hatine qetilkirin. Nûnera KCDP'ê Şîrîn Yalincakoglûyê ji bo berovajîkirina vê rewşê û pêvajoyê bang li hemû jinan kir.   Di sala 2025'an de ku ji aliyê Serokê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan ve wekî "Sala Malbatê" hatibû ragihandin, zêdetirî 200 jin hatine kuştin. Li gorî daneyên Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP), di şeş mehên pêşîn ên salê de herî kêm 136 jin hatine qetilkirin û 145 ji wan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji desy dane. Li gorî heman daneyan, ji sedî 96'ê jinên ku hatine qetilkirin ji aliyê endamekî mêr ê malbatê ve hatine qeytilkirin. Her wiha îsal, li gorî daneyên çapemeniyê, di Tîrmehê de 31 û di Tebaxê de 29 jin hatine qetilkirin û di Tîrmehê de 30 û di Tebaxê de jî 28 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.    Rêxistinên jinan; pênaseya jinan ji aliyê desthilatê ve ku di ser nasnameya "dayik" û "jin" de dike, hewldanên wê yên qedexekirina kurtajê, teşwîqkirina xwedîkirina gelek zarokan, hewldanên wê yên astengkirina mafên nefeqeyê, pêkanînên wê yên ku jinberdanê dijwartir dikin, êrışên wê yên li ser mafên mîrasê, hewldanên wê yên li dijî xurtkirina mafên jinan û Plana Çalakiyê ya Parastin û Xurtkirina Malbatê wekî sedemên zêdebûna tundiya li dijî jinan dinirxînin.    Nûnera Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) Şîrîn Yalincakoglûyê diyar kir ku desthilat, di bin navê polîtîkayên malbatê de, dixwaze jinan di malê de hepsî bike. Şîrîn Yalincakoglûyê wiha got: "Divê jin nekarin bi azadî li ser jiyana xwe biryarê bidin nexebitin, ji kuçeyan, qadan û kargehan vekişin. Ev tişta ku wan di hişê xwe de, li gorî zihniyeta xwe afirandiye. Tekane tiştê ku ev zihniyet li ser jinan ferz dike ev e ku divê ew li malê bimînin û tevlî jiyana li derve nebin. Lê dîsa jî, mal bûne cihên ku jin bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Jin di wan malan de ji hêla mêr, bav, bira û kurên xwe ve hatin kuştin. Jin di malên xwe de, cihên ku divê ew xwe ewletir lê hîs bikin, ji hêla mêran ve hatin qetilkirin."   ÊRIŞA LI DESTKEFTIYAN     Şîrîn Yalincakoglûyê diyar kir ku desthilat, dema ku polîtîkayên malbatê ferz dike, di heman demê de destkeftiyên jinan desteser dike û got: "Wan bidawîkirina ducaniya nexwestî, ango kurtajê, pir dijwar kir. Wan got, 'Jinên ku bi êrişa cinsî re rû bi rû dimînin, bila li şûna kurtajê zarokan bînin dinyayê; dewlet dê li wan mêze bike.' Em dibînin ku ew zarok ku qaşo ji hêla dewletê ve tê xwedîkirin, li wargehan bi êrişa cinsî û îstîsmarê re rû bi rû dimînin û dimirin. Ev wekî gotina 'Em te wekî xizmetkareke hepsî malê, zarooan tîne dinyayê tayin dikin.' Wan êrişî Qanûna Medenî û mafên nefeqeyê kir. Wan destjihevberdanê ber bi lihevkirinê ve bir û destjihevberdan ji bo jinê hat dijwarkirin. Û heke jin bi tundiyê re rû bi rû bimînin, ew di wê çerxa tundiyê de tên hiştin. Wekî din, li şûna ku welayeta zarok bidin dê, di bin navê 'sendroma biyanîbûnê ya dêûbav' ew zarok, ger tundî dîtibin jî, bi bav re hevdîtina wan tê kirin. Bi rastî jî ev tiştekî pir xetere ye û ji bo jin û zarokên wan zortir e."    'EM Ê DEST JI MAFÊN XWE BERNEDIN'     Şîrîn Yalincakoglûyê bilêv kir ku ew ê dest ji tu destkeftiyên xwe bernedin û got ku ew ê li dijî sûcdaran û polîtîkayên dijminatiya jinan dikin bitêkoşin û ji bo kesên destkeftî û mafên jinan xesp dikin hesab bidin têkoşînên cubicur ava bikin.   BANGA TÊKOŞÎNÊ   Şîrîn Yalincakoglûyê destnîşan kir ku jin di sala 2025'an de ku wekî "Sala Malbatê" hatiye ragihandin, ji ber polîtîkayên hikûmetê bi awayekî sîstematîk bi tundiya mêran re rû bi rû dimînin. Şîrîn Yalincakoglûyê bang li hemû jinan ku li dijî van pêkanînan beşdarî têkoşîna ku vê rewşê û pêvajoyê berevajî bike bibin.    MA / Yeşîm Tukel