ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2025'AN 2025-09-26 09:00:20   * Şêniyên gundê Şirnexê ku ji ber dînamîtên di dema xebatên madenê ji aliyê Etî Bakirê ya aîdî Cengîz Holdîngê ve tên derxistin derx li xaniyên wan ketine, bertek nîşanî vê yekê dan.    * Dayika Rojîn Kabaîşê, Aygul Kabaîşê diyar kir ku ji bo tiştê bi serê keça wê de hatine neyên serê tu kesên din, ew ê dest ji bûyerê bernedin û xwest ku kiryar bên dîtin û cezakirin.    * Wan, bi projeyên 20 bendav û HES'an, 18 GES û 2 RES'an ên li pey hev, bi dorpêçkirineke qirkirina ekolojiyê re rû bi rû ye. Ev projeyên ku gefê li av, debara jiyanê û xwezaya herêmê dixwin, her roj bi awayekî jêneveger zirarê didin xwezayê.   * Gola Masiyan, bi bilindahiya xwe ya 2 hezar 241 metreyan gola herî bilind a Tirkiye û Kurdistanê bû. Lê derket holê ku Gola Etar a qeşayî ku ji xeynî şêniyên Avkevirê kes pê nizane, bilindahiya wê 2 hezar û 850 metre ye.   * Ji 223 karkerên ku qeyûm ew ji kar derxistin Sînan Yilmaz, ji ber ku ferzkirina sîxurtiyê ya kesên ku xwe wekî polîsan dan naskirin qebûl nekir, bi revandinê û zirardayîna li malbatê gef lê hatin xwarin.    * Danişîna ewil a doza rojnameger Celalettîn Yalçin ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tê darizandin dê li 37'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (11.00)   * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê li Komeleya Çandê ya Dîvrîgî ya li navçeya Beyoglû ya Stenbolê bi jinan re bicive.  (14.00)   * 9'emîn Mihrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê dê îro li ÇandAmedê bi konserekê dest pê bike. (19.00)