ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2025'AN 2025-09-27 09:00:53   * Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku di dosyeya doza bi bêcezatiyê bi encam bû de ya Ceylan Onkolê de ku dema heywan diçêrandin bi topa hawanê ya ji qereqolê ve hat avêtin hat qetilkirin, nakokî hene û bang li meqamên darazê kir ku dest ji polîtîkayên bêcezatiyê berdin.    * Welatiyên Stenbolê ku diyar kirin ku ew piştgiriyê didin pêvajoyê, anîn ziman ku divê her kes li Tirkiyeyê xwedî mafên azad û demokratîk be û peyama "Ger aştî hebe, pereyê ku ji bo şer tê xerckirin dê li gel vegere" dan.   * Cîgira Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Narîn Gezgorê bang li jinên li Tirkiye û Kurdistanê kir ku beşdarî meşa ku ji hêla TJA ve dê ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê lidarxistin bibin û daxwaza xwe ya ji bo jiyaneke azad û hevpar nû bikin.   * ŞanoWan dê "Xulamê du Xudanan" ku yek ji lîstikên herî pesindar ên Şanoya Gel a Îtalyayê Commedia Dell'Arte ye, bi kurdî pêşkêş bike. Şanogeran, waniyan vexwendin promiyera lîstikê.   * Seroka MKG'ê Roza Metînayê rojnamevanên jin vexwend ku serî li Xelatên Rojnamevaniya Jinan a Gurbetelli Ersozê bidin.    * Dayikên Şemiyê dê çalakiya xwe ya 1064'emîn li Qada Galatasarayê li dar bixin. (12.00)   * ÎHD û Xizmên Windayan dê çalakiya xwe ya li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê bidomînin. (12.00)