ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2025’AN 2025-09-28 09:00:02   * Çîmen Ciwanrudî diyar kir ku rejîma Îranê bi cezayên darvekirinê yên dide jinan re hewl dide gefê li jinan û civakê bixwe û got: “Gefa darvekirinê, nîşaneya herî şênber a tirsa rejîmê ya ji hevgirtina gelan e.”    * Ji bo meşa TJA’yê ya bi dirûşma “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” dê di 1’ê Cotmehê de li Amedê oxirkirineke girseyî were lidarxistin. Jinan, got ku daxwaza wan a sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e.    * DMME’yê têkildarî nedayîna pirtûkên Abdullah Ocalan ên “Neteweya Demokratîk” û “Manîfestoya Şoreşa Kurdistanê” ya ji girtiyan re biryara binpêkirinê da.    *Hevberdevka HDK’ê û endama komîsyonê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku divê komîsyon tavilê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û got: “Heke komîsyon neçe Îmraliyê, wê demê bila birêz Ocalan were.”    * Aktîvîsta Koalîsyona Edaleta Avhewayê Ecehan Balta diyar kir ku divê envantera texrîbata xwezayê ya 50 salên dawî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê were derxistin û mekanîzmaya hiqûqî were avakirin.    * Welatiyên Semsûrê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û gotin ku ji bo aştiya civakî divê Abdullah Ocalan were berdan.    * Berdevka HDK’a Stenbolê Dîdem Yilmaz bal kişand ser rola pêşeng a jinan a di têkoşînê de û got: “Bi jinan rêxistinkirî re em ê civaka demokratîk kolan bi kolan ava bikin.”    * KAYY-DER, dê têkildarî misogerkirina perwerdeya bi zimanê dayikê û pirsgirêkên têkildarî ekolojiyê li Eywana Vexwendin û Baloyê ya Elîsayê bi nûnerên komeleyan re bicive. (10.30.14.OO)   * Baroya Amedê dê li hotêleke bajar bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan têkildarî pêvajoyê civînekê li dar bixe. (12.00-16.00)   * Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê dê bi boneya meha 165’an a Komkujiya Roboskê li Cadeya Sakaryayê daxuyaniyê bide. (13.30)