‘Em ê civaka demokratîk bi jinan re ava bikin’ 2025-09-28 09:34:58   STENBOL - Berdevka HDK’a Stenbolê Dîdem Yilmaz bal kişand ser rola pêşeng a jinan a di têkoşînê de û got: “Bi jinan rêxistinkirî re em ê civaka demokratîk kolan bi kolan ava bikin.”     Komkujiyên jinan, tundiya zilaman, êrişên li dijî mafan, xizaniya jinan û polîtîkayên şer rojevên sereke yên welatin. Berdevka HDK’a Stenbolê Dîdem Yilmaz têkildarî xebatên Meclisa Jinan a serdema nû axivî. Dîdem Yilmazê diyar kir ku pirsgirêkên jin dijîn piralî ne û got: “Ji van ên herî girîng, cînayetên jinan û prastina faîlan e. Yek ji biryara lijneya me jî têkoşîna domdar a li dijî cînayetên jina ye. Planên me hene ku tax bi tax xebatan bimeşînin. Em jinên HDK’î di vê pêvajoyê de dikarin bi roleke çawa rabin, em li ser vê axivîn. Hedefeke me heye ku bi navê ‘Jin li ser aştiyê diaxivin’ panelekê li dar bixin. Bi biryarên xwe em hewl didin rêxistiniya jinan derxin holê.”    XEBATÊN RÊXISTINKIRINÊ      Bi domdarî Dîdem Yilmaz anî ziman ku rêxistiniya HDK’ê li gorî daxwazên civakê teşe girtiye û got: “Plana me ew e ku ji kolanan ber bi tax, navçe û seranserî bajar xebatên rêxistinkirinê bimeşînin. Ji krîza aborî heta şer, tiryak û tundiyê, em dibînin ku ji pirsgirêkan herî zêde jin bibandor dibin. Em ê bultenên ku bikarin bibin dengê jinan bidin.”    ATOLYE Û MALÊN PIŞTEVANIYA JINÊ   Dîdem Yilmaz, wiha domand: “Bi van bultenan hem dê jin hînî çîrokên hev bibin hem dê zanînek pêş bikeve hem jî dê xebatên rêxistinkirinê mayinde bibin. Li gel vê, dê atolye û malên piştevaniya jinê hebin. Niha li herêma duyemîn xebata me ya ji bo meclisa bajar û piştevaniya jinê hene. Em ê vê xurtir bikin. Li herêma sêyemîn jî kooperatîfeke jinan a ku keda jinan derdixîne holê heye. Em dixwazin vê hêj xurtir bikin.”    ‘JIN HER TIM PÊŞENG BÛN’   Dîdem Yilmazê got ku di têkoşîna aştiyê de yên herî bibandor jin in û axaftina xwe wiha qedand: “Pêdiviya hemû gelan bi aştiyê heye. Li vê xakê her tim jinan pêşengtiya aştiyê kir. Gihandina pêvajoya aştiyê ya li girseyên hêj mezintir, erk û berpirsyartiya me ye. Divê em jin li ser vê biaxivin. Di vê mijarê de roleke mezin dikeve ser milê jinan. Em çiqasî bikarin vê xebatên berfireh bikin, em meclisa jinê çiqasî birêxistin bikin, em ê vê pêvajoyê jî ewqas birêxistin bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku tev li xebatên me bibin.”    MA / Yeşîm Tukel