Li Kutahyayê erdhej çêbû 2025-09-28 16:46:06   KUTAHYA - Li navçeya Sîmavê yê Kutahyayê bi pileya 5.4 erdhej çêbû.    Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Awarte (AFAD), ragihand ku li navçeya Sîmavê ya Kutahyayê bi pileya 5.4 erdhej çêbûye. Erdhej, saet di 12.59'ê de 8,46 km’an di bin erdê de çêbûye. 13 deqe piştî erdheja ewil îcar jî bi mezinahiya 4.0’ê erdhej çêbû. Ji ber erdhejê bajarên derdorê jî hejiyan.