Hedefa meşa ji Amedê ber bi Enqereyê ve zelal e: Azadiya Abdullah Ocalan 2025-09-30 11:40:13   STENBOL - Endama DBP’ê Zînet Teymûr ku dê di meşa ji Amedê ber bi Enqereyê ve de cih bigire, got: “Hedefa me zelal e, azadiya rêbertiyê ye. Ji ber ku heta rêbertî azad nebe civak jî azad nabe.”     Di 1’ê Cotmehê de dê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşma “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” meş were lidarxistin. Ji Kurdistan û Tirkiyeyê gelek kes dê tev li meşê bibin. Meşvan dê ji Amedê derbasî navçeya Curnê Reş a Rihayê, ji wir derbasî Dîlok, Edene, Mêrsîn û Konyayê bibin û herî dawî li Enqereyê meşa xwe bi dawî bikin. Daxwaza sereke ya meşê jî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avêtina gavên yasayî yên têkildarî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e.      Endama Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Zînet Teymûr ku dê ji Stenbolê tev li meşê bibe, banga piştevaniyê li hemû kesan kir.    ‘JINA AZAD CIVAKA AZAD’   Zînet Teymûr, bal kişand ser girîngî û armanca meşa dê di navbera 1-7’ê Cotmehê de bê lidarxistin û got: “Armanca me, azadiya fîzîkî ya rêbertiyê ye. Ji bo ku mafê hêviyê tavilê bê cîbicîkirin û ji bo azadiya fîzîkî em dimeşin. Ji ber u bêyî azadiya rêbertiyê dê civak jî azad nebe. Muxatabê vê pêvajoyê rêbertî ye. Ji bo pêşiya siyaseta demokratîk were vekirin, divê rêbertî tavilê ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Her wiha divê girtiyên nexweş û yên tehliyeyên wan tên astengkirin bên berdan. Heta ku rêbertî azad dibe em ê her tim li ser pêya bin. Em dibêjin ‘azadiya jinan azadiya civakê ye’ û dê teqez bi ser kevin.”    ‘DIVÊ KOMÎSYON LIOCALAN GUHDARÎ BIKE’   Zînet Teymûrê anî ziman ku paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê rêyeke girîng vekiriye û wiha pê de çû: “Bi vê zanebûnê divê jin di pêvajoyê de bibin kirde. Civak, dikre bi serhildana jinan azad bibe. Rêbertiyê bi 27’ê Sibatê re gavên pêwîst avêt. Êdî dora aliyê din e. Divê komîsyon raste rast bi muxatabê pirsgirêkê re hevdîtinê bike. Madem avakerê vê pêvajoyê rêbertî ye, wê demê divê li fikir û pêşniyarên wî bê guhdarîkirin.”    ‘EM BI HÊVÎ DIMEŞIN’   Zînet Teymûrê got ku heta pêwîstiyên pêvajoyê tên cîbickirin ew ê têbikoşin û axaftina xwe wiha qedand: “Divê tevahiya civakê ji bo pêşxistina pêvajoyê rabe ser pêyan û daxwazên xwe bikin. Pêdiviya hemû civakê bi azadiyê heye. Aştî, destkeftiya hemû gelan e. Ji bo azadiya fîzîkî ya pêşengê vê pêvajoyê em ji Amedê dimeşin Enqereyê. Em bi hêvî dimeşin. Em li benda piştgiriya hemû jinan e.”    MA / Yeşîm Tukel