Rewşa Beşîkçî baş dibe 2025-09-30 13:19:11   AMED - Rewşa civaknas Îsmaîl Beşîkçî ku xwîn çûbû ser mejiyê wî, roj bi roj ber bi başiyê ve diçe.    Civaknas û nivîskar Îsmaîl Beşîkçî ku di 27’ê Îlonê de tev li 9’emîn Mihrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê bû, li vir xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Amedê. Rewşa Beşîkçî ber bi başiyê ve diçe.    Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen têkildarî rewşa tenduristiyê ya Beşîkçî agahî da û got ku di muayeneya norolojiyê ya serê sibehê de di mijara bîr, axaftin û bikaranîna bedena xwe de pêşketin çêbûye û dikare lingê xwe yê rastê jî hinek bilivîne. Ulgen, got ku li beşa venêrîna awarte fîzyoterapiya sivik dest pê kiriye.