Ji bo mirina di hucreya yekkesî de biryara neşopandinê dan 2025-10-02 10:34:56 RIHA - Hatibû îdiakirin ku Abdurrahîm Yuksel di hucreya yekkesî ya girtîgehê de întîhar kiriye. Di lêpirsîna têkildarî mirina Yuksel de biryara neşopnandinê hat dayin.    Welatiyê bi navê Abdurrahîm Yuksel li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Rihayê dihat ragirtin. Hat îdiakirin ku Yuksel di hucreyê de xwe şewitandiye û kuştiye. Di lêpirsîna têkildarî girtiyê edlî Yuksel de biryara neşopandinê hat dayin.    Bi îdiayen “hewldana kuştinê” û “tunekirina delîlan” 11 sal û 3 meh cezayê hefsê li Yuksel hatibû birîn û di 10’ê Tîrmeha 2024’an de hate girtin. Li gorî îdiayê; Yuksel di qawîşa lê dima şer kiriye û bi vê sedemê xistina hucreya yekkesî û li vir jî xwe şewitandiye. Dozgerê girtîgehê, piştî bûyerê ji xizmên Yuksel re gotiye “Hesteya bi Yuksel re nehatibû ferqkirin.” Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, der heqê xebatkarên girtîgehê bi sedema “Bi qisûra xwe bûne sedema mirinê” û “Peywira xwe xerab bi kar anîne” lêpirsîn da destpêkirin û di lêpirsînê de biryara neşopandinê da.    Dozgeriyê, îdia kir ku xebatkarên girtîgehê di dema xwe de û bêkêmasî mudaxileyî Yuksel kirine, tavilê rakirine nexweşxaneyê û tu qesd, qisûr û terkexemiya xebatkaran di mirina Yuksel de nîne. Bi vê hincetê jî dozgeriyê biryara neşopandinê da.     DÊ LI DIJÎ BIRYARÊ ÎTÎRAZ BÊ KIRIN   Gotina dozgerê girtîgehê ku piştî bûyerê ji xizmên Yuksel re gotibû “Hesteya bi Yuksel re nehatibû ferqkirin” di biryarê de cih engirt. Malbata Yuksel dê bi rêya parêzeran li dijî biryarê îtîraz bike.    MA / Sema Bîngol