Rojnameger Mûrat Verîm hate berdan 2025-10-02 11:29:55   MÊRDÎN - Rojnameger Mûrat Verîm ku ji ber xebatên pîşeyî hatibû girtin, hate berdan.    Rojnameger Mûrat Verîm ku li Girtîgeha Tîpa H a bi Ewlekariya Bilind a Erziromê dihat ragirtin, hate berdan. Verîm kul heta 29’ê Cotmeha 2016’an nûçegihantiya Ajansa Nûçeya a Dîcleyê (DÎHA) û heta Adara 2016’an ku qeyûm lê hate tayînkirin jî li Şaredariya Kerboran a Mêrdînê di Midûriyeta Çapemenî û Têkiliyên Gel de xebitî. Di Çileya 2023’yan de jî bi hinceta nîşeyên nûçeyan û daxuyaniyên çapemeniyê hate girtin. Verîm, di çarçoveya doza li Dadgeha Cezayên Giran a Midyadê de 16 mehan girtî ma û di 5’ê Nîsana 2024’an de jî hatibû berdan. Piştî erêkirina cezayê wî jî di 15’ê Îlona 2024’an de dîsa hatibû girtin û piştî cezayê wî qediyayî hate berdan.    Verîm, piştî tehliyeya xwe got: “Ez keyfxweş im ku tev li meşa azadiyê bûm lê dîsa jî dil û hişê min li ser hevalên girtî ye. Hêvîdarim di demekî kin de bên berdan û ev zilm bi dawî bibe.” Verîm, piştî berdana xwe çû navçeya Kerboranê cem malbata xwe.