Dayikên Şemiyê li aqûbeta Turgut Yenîsoy pirsîn 2025-10-04 13:22:42       STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de, li aqûbeta Tûrgût Yenîsoy ku di binçavan hat windakirin pirsîn û gotin: "Tevî guhertinan ên  31 salan, eqûbeta Tûrgût Yenîsoy hîn jî ne diyare û sûcdar ji ber ku daraz erka xwe pêk nayne nayên darizandin."   Dayikên Şemiyê ku di çarçoveya çalakiya xwe ya heftane de li Qada Galatasarayê civiyan, li aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin û hatine kuştin bipirsin û xwestin sûcdar bên darizandin. Dayikan vê hefteyê çalakiya xwe ya 1701'emîn li dar xistin û ji bo Tûrgût Yenîsoy ku 31 sal berê li mala xwe hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat giritn, daxwaza edaletê kirin.   Parêzer Ummuhan Kayayê ku daxuyaniya çapemeniyê xwend, diyar kir ku Tûrgût Yenîsoy li navçeya Bismil a Amedê dikandar bûye û ji aliyê JÎTEM'ê ve rastî zext û tundiya dijwar hatiye. UmmUhan Kayayê diyar kir ku di wê demê de, dikana Tûrgût Yenîsoy hatiye şewitandin û ew bi zorê gelek caran hatiye binçavkirin û anî ziman ku ew gelek caran rastî îşkence û gefên kuştinê hatiye.   Ummuhan Kayayê wiha got: "Di 4'ê Cotmeha 1994'an de, li derdora saet 22:30' an, serheng Ahmet, Recep û Suleyman ji Alaya Komando ya Bismilê avêtin ser mala malbata Yenisoy. Wan hewl da ku Tûrgût bibin bêyî ku bihêlin ew cil û pêlavên xwe li xwe bike. Nezrife Yenisoy, dayika ku hewl da kurê xwe biparêze, wê demê rastî lêdanekê hat. Jê re hat gotin ku Tûrgût dê li qereqola polîsan were lêpirsînkirin û bi otomobîlek Toros a spî ji malê hat dûrxistin."   Ummuhan Kayayê diyar kir ku Malbatê ev kes nas dikirin ji ber ku wan gelek caran serdegirtina mala wan kiribûn û dizanibûn ku wan Tûrgût bi kuştinê tehdît kiribûn. Ummuhan Kaya wiha dirêjî dayê. "Cîranên ku ji qîrîna jina wî û dayika wî şiyar bûn, jî şahidê bûyerê bûn. Endamên malbatê rêça wesayîta ku Tûrgût Yenisoy tê de bû şopandin û dîtin ku ew pêşî li ber Girtîgeha Tîpa E ya Bismilê, li nêzîkî mala wan, rawestiya ye û dû re ber bi aliyekî din ve çûye."   'EM Ê DEST JI EDALETÊ BERNEDIN'   Ummuhan Kaya wiha domand: "Roja din, dayik Nezrife Yenisoy tavilê çû Serdozgeriya Giştî ya Bismilê û serpêhatiyên xwe vegot. Lêbelê, dozgeriyê înkar kir ku Tûrgût Yenîsoy hatiye binçavkirin. Malbata Yenisoy serî li Midûriyeta Polîsan a Bismilê û Lîwaya Komando ya Bismilê da, li wir jî bi heman rengî bûyer hat înkarkirin."   Tevî hemû serlêdanên malbatê, qanûnên navxweyî tu encam nedan. Piştre doz ji DMME'yê re hate şandin. Tevî hikûmetên li pey hev di 31 salên borî de guherîn, eqûbeta Tûrgût Yenisoy nehat zelalkirin û sûcdar ji ber ku rayedarên darazê û îdarî erkên xwe bicîh neanîne, bêceza hatin hiştin. Çiqas sal derbas bibin jî em ê dev ji daxwaza edaletê ji bo hemû kesên ku winda bûne bernedin."   Çalakî piştî danîna kurnefîlan li Qda Galatasarayê bidawî bû.