Bi girseyî serdana şîna Bûlûş û Bûmîn hat kirin 2025-10-04 18:52:53   MÊRDÎN - Bi sedan kes çûn serdana şîna endamê HPG'ê Erkan Bûlûş û endamê QSD'ê Suphî Bûmîn ên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan.   Di nav de ParlAmenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê George Aslan, endam û rêveberên MEBYA-DERê ya Mêrdînê, endamên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û sedan welatî jî heyî çûn serdana şîna endamê HPG'ê Erkan Bûlûş (Armanç Mêrdîn) ê ku 18'ê Kanûna 2018'an li herêma Garê jiyana xwe ji dest dan û endamê QSD'ê Suphî Bûmîn (Êrîş Ûmût) ê ku 1'ê Cotmeha 2025'an li Bakur û Rojavayê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da. Kesên tevlî serdana şînê bûn destpêkê çûn şîna Bûlûş a li gundê Keraşîka Jor a Mêrdînê. Girseyê di têketina gund de meş lidarxist û diruşme berz kirin.   Dema girse gihîşt cihê şînê destpêkê ji bo cangoriyên azadiyê rêzgirtin pêk hat. Piştî rêzgirtinê endama Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Mêrdînê Makbûle Okmen axivî û got ew li ber têkoşîna şehîdan bejna xwe ditewînin.   Parlementer Aslan jî di axaftina xwe de got ku kesên berê xwe didin meşa azadiyê barekî giran didin ser milê xwe û wiha axivî: “Ji ber ku rêya wan rêya rûmetê ye. Heval Armanç rêyek da pêşiya xwe û di vê rêyê de bû cangoriyê azadiyê. Em bejna xwe li ber ditewînin.”   Serdana şînê bi xwendina duayan bi dawî bû û piştre girse çû taxa Bilalyan a navçeya Qoserê serdana şîna Bûmîn û di serdanê de ji bo cangoriyên azadiyê rêzgirtin hat pêkanîn. Piştî rêzgirtinê Hevserokê MEBYA-DERê ya Mêrdînê Salih Kûday got ku ew bi saya cangoriyan gehiştine asta îroyîn û wiha axivî: “Gelê kurd di pêvajoyek gelek girîng re derbas dibe. Ji bo ku ev pêvajo bi awayekî erênî ser bikeve divê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan pêk were.”   Piştî axaftinê dua hatin xwendin û serdana şînê bi dawî bû.