Qirkirina daran a li Eskarê ber bi Beyrokê ve fireh bû 2025-10-07 09:41:36 AMED - Qirkirina daran a li gundê Eskarê yê Pasûrê hatiye destpêkirin gihişt çoltarê gundê Beyrokê.    Qirkirina daran a li gundê Eskarê yê navçeya Pasûrê ya Amedê dest pê kirî, her ku diçe fireh dibe. Li çoltarê gundê Beyrokê jî birîna daran dest pê kir. Darên tên birîn bi traktoran tînin ser rêya gund û li kamyonan tên barkirin.