Li Meclisê dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin 2025-10-07 13:23:03 ENQERE - Jinên ku ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşma “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” meş li darxistin, bi dirûşma “Bijî Serok Apo” têketin Meclisê.   Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên ku ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşma “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” meşiyan, piştî daxuyaniyê derbasî Meclisê bûn. Di dema têketina Meclisê de jinan dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî; azad bike Rêbertiyê” û “Jin ber bi hêviyê ve dimeşin” berz kirin.