Ji bo meşa li dijî komployê banga tevlibûnê 2025-10-07 14:20:34 AMED - Platforma Saziyên Demokratîk, ji bo meşa 9’ê Cotmehê ya bi dirûşma “Bi Rêbertiya azad ber bi Civaka Azad ve” banga tevlibûnê kir.   Platforma Saziyên Demokratîk, bi munasebeta salvegera Komploya Navneteweyî ya di 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyanî da. Daxuyanî, li avahiya rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê hate dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi Rêbertiya azad ber bi civaka azad ve” hate daliqandin.    Di civînê de Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn axivî û got: "Gelê Kurd hebûna xwe îspat kiriye. Berî 26 salan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployê anîn Îmraliyê. Li Îmraliyê tecrîdeke giran hate ferzkirin. Lêbelê tecrîdê nikaribû têkiliya Abdullah Ocalan a bi civakê re qut bike, berevajî wê ev têkilî bêhtir xurt bû. Em ê di 9’ê Cotmehê saet di 16.30’an de li Qada Şêx Seîd bi dirûşma'Bi Rêbertiya azad ber bi civaka azad ve”  meşê li dar bixin. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku tev li meşê bibin."    BANGA TEVLIBÛNA MEŞÊ       Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulistan Sarili jî ev bang kir: "Em ê di 9’ê Cotmehê de li Qada Şêx Seîd heta Balikçilarbaşiyê meşê li dar bixin. Ji bo tevlibûna meşê em bangî jin, ciwan û pîran dikin. Ji bo jiyaneke demokratîk û azadiya girtiyan werin qadê.”