Yuksel Genç: Meşeke 26 sal in didome ye 2025-10-07 16:13:10 ENQERE - Yuksel Genç ku di nava koma TJA’yê ya ji Amedê heta Enqereyê meşiya de cih girt, li Meclisê axivî û got: “Ev meş, 26 sal in didome.”    Jinên di meşa TJA’yê ya ji Amedê ber bi Enqereyê ve de cih girtin, li Enqereyê tev li koma civîna DEM Partiyê ya li Meclisê de bûn. Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo-Polîtîkê Yuksel Genç di civînê de axivî û got ku meşa wan ne ya hefteyekê, ev 26 sal in didome.    Yuksel Gençê, diyar kir ku di demên her kes ji ber tirsê bêdeng dibû de jinan bi wêrekiyeke mînak dengê xwe kirine û got: “Wêrekiya ku ev hefteyeke em raber dikin, wêrekiyeke ku azweriya aştiyê ya civakeke bêdeng bûyî bi bi bîr xist. Me cisaret kir ku bên cihê me aştî lê winda kirî dîsa aştiyê ava bikin. Yên ku cisareta wan nîne baskê duyemîn ê çûkê dîsa ava bikin, heke bixwazin em dikarin parçeyeke ji vê cisareta xwe bidin wan.”    HEVKÊŞEYA AŞTIYÊ    Di berdewamê de Yuksel Gençê anî ziman ku meşa wan ne meşeke hefteyeke didome ye lê ev meşa wan 26 sal berê dest pê kiriye. Yuksel Gençê, bi bîr xist ku 26 sal berê dîsa di 1’ê Cotmehekê de wek endama Koma Aştiya Demokratîk hatibû Tirkiyeyê û got: “Ev aştî dikariya 26 sal berê çêbûbûya lê ji ber hin kesên cisaret nekirin aştî, çareserî û bêdengkirina çekan pêk bînin, pêk nehat. Vê meşê, ew kesên ji ber vê helwestê me winda kirin anîn bîra min. Di van 26 salan bi hezaran can, bi sedhezaran dil şewitîn. Bi milyonan lîre hatin xerckirin, rejîm hilweşiyan, rejîmên hejariya demokrasiyê dijîn hatin avakirin. Yên ku nexwestin bi Kurdan re wekhev bijîn, ev welat di mijara newekhevî û dîlîtiyê de wekhev kir. Hevkêşeya neçareseriyê ya tê de israr dikin ev e; winda bike, bide windakirin. Lêbelê ziman û hevkêşeya aştiyê dide qezenckirin. An em ê bi hev re qezenc bikin an jî dê bi hev re winda bikin.”    ‘MUXATABÊ AŞTIYÊ ADULLAH OCALAN E’    Bi domdarî Yuksel Gençê destnîşan kir ku muxatabê aştiyê li Îmraliyê ye û ev tişt anî ziman: “Heke we ji bo aştiyê biryar da be; berpirsyartiyeke we ya dîrokî ye ku hûn şert û mercên azad, wekhev û adilane ji sermuzakerevan birêz Abdullah Ocalan re ava bikin da ku bikare pêvajoya muzakereyên demokratîk birêve bibe û şert û mercên avakirina aştiyê pêk bînin. Êdî tehemûla vî gelî nemaye ku 26 salên din bêaştî û bêçareserî derbas bike. Cisareta wan a aştiyê wê demê nebû û niha jî nîne. Neçareserî dide windakirin, aştî dide qezenckirin. Heta ku deriyên Îmraliyê tên vekirin dê meşa me bidome.”