Di lêpirsîna Rojîn Kabaîşê de geşedaneke nû: Îhtimala êrişa zayendî derket holê 2025-10-11 15:54:26   AMED - Di lêpirsîna Rojîn Kabaîşê de, rapora ATK'ê ya têkildarî mînakên DNA'yê, daxilî dosyeyê hatin kirin. Parêzeran, daxuyand ku bi rapora ATK'ê re îhtimala êrişa zayendî derketiye holê.    Têkildarî mirina biguman xwnedekara pola yekem a Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîşê de geşedaneke nû rû da. Baroyên Wan û Amedê, têkildarî dosyeya lêpirsînê li Baroya Amedê daxuyanî dan. Parêzera malbata Kabaîşê Zeynep Demîrê got: "Em tenê ne ji bo Rojînê, ji bo hemû jinên ku delîlçn wan hatine windakirin têdikoşin. Di dosyeya Rojînê de, ji roja ewil ve têgihiştina xwekuştinê hebû."    Zeynep Demîrê da zanîn ku rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) a der barê DNA'ya du meran de gihîştiye wan û got: "Mînaka DNA'yê ya ewil li herêma sternal a Rojînê, yanî li devera pêsîra wê hatibû tespîtkirin. Mînak duyan jî li devera vajînayê hatibû tespîtkirin."    Zeynep Demîrê destnîşan kir ku bi rapora ATK'ê re îhtimala êrişa zayendî dekretiye holê û got ku divê dosye ji nû ve bê nirxandin. Zeynep Demîrê anî ziman ku ji ber îhmalkariyê ew ê giliyê ATK'ê bikin.