Estukyan: Ocalan rêya pêkvejiyana mirovahiyê nîşan dide 2025-10-12 10:29:37 MÊRDÎN -  Rojnameger Pakrat Estukyan, diyar kir ku aştî û civaka demokratîk ne tenê ji bo Kurdan lê ji bo her kesî pêdiviyeke û got: “Abdullah Ocalan ku teşeyeke nû dide normên zanista siyasetê, rêya pêkvejiyanê nîşanî mirovahiyê dide.”    Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk, piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê  Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi armanca “Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd” û “Avakirina aştî û civaka demokratîk” konferansan li dar dixe. Konferansa duyemîn a înîsiyatîfê li Mêrdînê hat lidarxistin. Konferans, bi navê “Konferansa gel, bawerî û pêkvejiyana demokratîk a li Mezopotamyayê” hat lidarxistin.    Ji beşdaran Berpirsyarê Rûpelên Ermenîkî yê Rojnameya Agosê Pakrat Estukyan têkildarî konferansê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Estukyan, diyar kir ku tevlibûna xurt a konferansê bi tena serê xwe peyameke û got: “Nîşanî me dide ka ev meseleye li vê xakê xwedî wateyeke çiqasî kûr e. Lewma jî gelek watedar e. Me nedikariya vê konferansê bi rêjeya tevlibûneke wiha li bajarên Tirkiyeyê li dar bixin. Lê li vir tevlibûneke zêde heye.”    Bi domdarî Estukyan, got ku eywana konferansê tije bû û beşdaran heta dawiyê bi baldariyeke mezin guhdarî kiriye û wiha pê de çû: “Vê jî eleqeya xwe bi bedelên hatine dayin heye. Li vir pêdivî bi aştiyê heye. Belkî jî gelek kesên hatine vê eywanê di vê pêvajoyê de xizmên xwe winda kirine. Anku bedel dan. Ev bedel jî bedela tevgereke bi zanebûn bû. Xwedîderketina li hebûn, nasnameya xwe ev bedel bi xwe re anî. Lewma aştiya li vir ji ya her derê bêhtir pêwîst e.”    'HEKE EM PÊWÎSTIYÊ PÊ BIBÎNIN DÊ AŞTIYÊ AVA BIKIN’     Estukyan, diyar kir ku avakirina civakeke demokratîk ne tenê ji bo Kurdan lê ji hemû gelan pêwîstiyeke û wiha axivî: “Li gelek deverên cîhanê şer heye. Xeze mînaka wê ya herî şênber e. Em li wir dibînin ka terora dewletê çi bi serê xelkê sivîl tîne. Lewma ev pêwîstiyeke şênber e. Aştî, biqasî nan, av û hewayê lazim e. Ev 40 sal in em tecrûbeya xwe ya taybet dijîn. Heke em niha pêwîstiyê bi wê aştiyê bibînin, heke em daxwaz bikin dê wê aştiyê jî ava bikin.”    'OCALAN RÊYA PÊKVEJIYANÊ NÎŞAN DIDE’     Estukyan, got ku Abdullah Ocalan hêj niha jî li Tirkiyeyê bi fikrên xwe nayê nirxandin û ev tişt anî ziman: “Û ev binhiş di civakê de ava kirine. Lewma hêj jî dibêjin ‘serokê terorê’. Heta dema em ji wî îdeologê mezin, wî zanyarê siyasetê yê mezin re dibêjin ‘birêz’, wê demê jî pir aciz dibin. Lê divê em bi bîra wan jî bînin. Abdullah Ocalan, teşeyeke nû dide normên zanista siyasetê ya roja me. Li ser van norman jî rêyên nû nîşan dide. Û ev rê jî ji bo pratîka pêkvejiyana mirovahiyê ye. Lewma divê em pêşdaraziyan bidin aliyekî da ku bikarin wan binirxînin. Ne siyasetmedar, ne akademîsyen ne jî rewşenbîr û kesên ji rêzê xwe ji van pêşdaraziyan xelas nakin. Lewma karê me zehmet e. Divê em li gotina tê kirin binêrin. Wê demê dê bikarin tiştekî biafirînin.”    'DIVÊ EM TIŞTEKÎ BIKIN’    Estukyan, axaftina xwe wiha qedand: “Hewceye em tiştekî bikin. Divê em baweriya xwe winda nekin û piştgiriyê bidin hev û nekevin xeletiya dijberên me ketinê. Divê mirovan ne li gorî nasnameyên wan lê li gorî gotina wan binirxînin. Heke gotina wan baş e em cidî bigirin nebe jî em demê winda nekin. Em hem şahidên demê hem jî berpirsyarên wê ne. Heke îro zordest îktîdar bin, sedema vê hinek jî ez im. Dema neviyê min pirsa ‘dema ev dihatin jiyîn te çi dikir’ pirsî, wê demê divê ez bikarim bersiva wê bidim.”    MA / Ahmet Kanbal