Sê dîplomatên Qeterê beriya lûtkeya Xezeyê li Misrê di qezayê de mirin 2025-10-12 11:35:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Di demeke amadekariyên ji bo Lûtkeya Xezeyê ya li Şarm el-Şeyhê didomin de sê dîplomatên Qeterê li Misrê di qezayê de mirin.    Sê dîplomatên Qeterê beriya Lûtkeya Xezeyê ku dê li bajarê Şarm el-Şeyhê yê Misrê bê lidarxistin, li Misrê di qezaya trafîkê de mirin. Wezareta Karên Derve ya Qeterê da zanîn ku di qezayê de du dîplomat jî birîndar bûne.    Konsolosxaneya Qeterê ya li Qahîreyê di daxuyaniya xwe de got ku di qezayê de sê kadroyên wan ên îdarî mirine. Seferatxaneyê da zanîn ku birîndar jî li Şarm el-Şeyhê tên tedawîkirin û dê bişînin Qeterê. Li gorî agahiyên televîzyona Al-Qahera News ku nêzî hêzên ewlekariyê yên Misrê ye, qeza ji ber xeletiya ajokarê wesayîtê çêbûye.    Bajarê Şarm el-Şeyhê di demên dawî de malovaniya muzakereyên pêvajoya agirbestê ya Xezeyê dike. Di encama hevdîtinên bi navbeynkariya Qeter, Misr û DYA’yê, roja înê agirbest ketibû meriyetê.    Dê di roja duşemê jî bi serokatiya Serokê DYA’yê Donald Trump û Serokkomarê Misrê Abdulfettah El-Sîsî “Lûtkeya Aştiyê ya Xezeyê” bê lidarxistin. Tê payin ku Fransa û Ingilistan jî di nav de lîderên zêdetirî 20 welatan tev li bibin. Ji bo avêtina gavên aştiyeke mayinde ya li Xezeyê dê civîneke girîng be.