Hevdîtina li Şamê bi dawî bû 2025-10-13 16:45:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevdîtin di navbera şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de ya li Şamê bi dawî bû.    Şandeyeke leşkerî û ewlehiyê ya ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê,  ji bo hevdîtina bi rayedarên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re duh êvarê gihîşt paytexta Sûriyeyê Şamê. Şande, ji endamên Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Sozdar Hacî û Sîpan Hemo, Berdevkê HSD’ê Ebcer Dawud û ji fermandarên HSD’ê Şakir Ereb, ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Dilêr Hisên Temo, Elî Xidir El Hesen, Mistefa Mehmûd Delî, Aho Êlyo Lehdo û Cîgira Hevserokên Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Arîn Mistefa pêk hat.    Endamên şandeyê û rayedarên hikûmeta veguhêz mijarên ewlehî û leşkerî gotûbêj kirin. Lê der barê encamên hevdîtinê de tu daxuyaniyên fermî nehatin dayîn. Çavkaniyan hevdîtin erênî nirxand.   Ev hevdîtin, di çarçoveya dan û standinên ewlehî û leşkerî yên bi hikûmeta veguhêz re di nav de pêkanîna peymanê 10’ê Adarê ya bi armanca mîsogerkirina ewlehiyê li gelemperiya welat hate kirin.