Li Kizilpinarê kursên Kurdî dest pê kirin 2025-10-14 09:28:44 STENBOL - Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Ziman û Çanda Mezopotamyayê li navçeya Çerkezkoyê kursên zimanê kurdî da destpêkirin. Mamoste Seyfedînê Welekkorî diyar kir ku parastina zimanê dayikê ji bo hebûna civakî pir girîng e.   Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Ziman û Çanda Mezopotamyayê ku li taxa Kizilpinar a Çerkezkoy a Tekirdagê dixebite, kursên zimanê kurdî da destpêkirin. Dersa yekem ku li avahiya komeleyê hat dayîn, bi eleqeyeke mezin re rû bi rû ma. Perwerde ku niha hefteyê rojekê tê dayîn, di asta yekem de dest pê kiriye.   Mamosteyê kursê Seyfedînê Welekkorî bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê.   Welekkorî îşaret bi wate û girîngiya komeleyê kir û got ku ji bo pêşîgirtina li asîmîlasyonê, pêwîst e her kes zimanê xwe yê dayikê bizanibe, biaxive û qebûl bike. Welekkorî bi taybetî bang li dê û bavan kir ku zarokên xwe bişînin kursên zimên û got: "Ev ne tenê mafê mezinan e, di heman demê de mafê nifşên pêşerojê ye jî. Ji bo zarokên me li derve bi zextan re rû bi rû nemînin, pêşî divê em xwedî lê derkevin."    ELEQEYEKE ZÊDE   Welekkorî destnîşan kir ku ji ya ku dihat hêvîkirin bêtir kes ji bo dersa yekem qeyda xwe çêkirine û got: "Her ku bernameya heftane pêşve biçe, em ê ji bo koma duyemîn û astên pêşketî jî polan vekin." Welekkorî anî ziman ku beşdariya jin, ciwan û kesên bi temenê cuda girîng e û got: "Komele dê ne tenê dersên kurdî, di heman demê de di warên çandê û hunerê de jî kursan bide destpêkirin. Di serdema pêş de, dê di warên erbane, baxleme, wênesaziyê, şano, drama, satranc û govendê de perwerde were dayîn. Wekî din, ev dewre ne tenê ji bo mezinan, di heman demê de ji bo zarok û ciwanan jî vekirî ne. Mamoste û dilxwaz armanc dikin ku hilberîna çandî ligel zimanê dayikê xurt bikin."   ‘ZIMAN NASNAME YE'   Welekkorî destnîşan kir ku tevî nifûseke zêde ya kurdan li Kizilpinarê dijîn jî, çalakiyên çandî yên rêxistinkirî heta niha bi sînor bûne û got: "Bi xebatên nû, em armanc dikin ku bîra çandî ya herêmê xurt bikin. Armanceke din jî ew e ku di pêşerojê de kursan xwendin û nivîsandinê, pratîka axaftinê, çalakiyên çand û hunerê û projeyên ji bo zarokan berfireh bikin. Vekirina kursek kurdî ne tenê fêrkirina alfabeyê ye. Ew li ser zindîhiştina ruh, bîr û çanda zimên e. Wekî komele, em ê di hefteyên pêş de çalakiyên xwe bi qeydkirinên nû, bernameyên çalakiyan û ragihandinan bidomînin. Armanca me ew e ku em xebata xwe hem di warê ziman û hem jî di warê çandê de birêkûpêk bikin. Em her kesî vedixwînin ku beşdarî kursên me bibin."