'Rêya aştiyeke mayinde di girtîgehan re derbas dibe' 2025-10-18 10:01:57 STENBOL - Endama OHD'ê Berîtan Kalbîşenê anî ziman ku tevî pêvajoyê jî di rewşa girtiyên nexweş de tu guhertin çênebûye û got: "Ger aştiyeke mayînde û watedar tê xwestin, rêya vê yekê di girtîgehan re derbas dibe."  Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya 28'ê Nîsanê, herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş di girtîgehan de hene ku 161 ji wan jin û hezar û 251 jî mêr in. Li gorî raporê, 230 ji van girtiyên nexweş nikarin bi tena serê xwe bijîn û 105 ji wan pêdivî bi alîkariya kesên din heye û 188 jî divê tim bên kontrolkirin. Her wiha ji ber nebûna agahiyan, rewşa 517 girtiyan jî di raporê de cih negirtiye.   Hêviya berdana girtiyên nexweş wekî "gaveke niyeta baş" di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, nehatiye bicihanîn.   Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Berîtan Kalbîşenê ku rewşa girtiyên nexweş nirxand, diyar kir ku Qanûna Ceza û Qanûna Înfazê bi hev re dixebitin. Berîtan Labîşenê rave kir ku her çend paşxistinên ji bo girtiyan dikarin bi rêya dozger, dadwer û raporên piştgirî hêsantir werin pêkanîn jî, kesên ku xwedî statuya mehkûman in di bin rêziknameyên taybetî de ne. Berîtan Kalbîşenê got: "Ji bo girtiyan, ango yên ku cezayên wan qediya ne, rêziknameyên taybet der barê paşxistina înfaza wan de hene. Em rêziknameyên qanûnî yên cuda der barê sînorê cezayê girtiyekî nexweş, cewherê cezayê wan û gelo ew bi 'terorê' hatine mehkûmkirin, an jî cezayê muebbedê yê girankirî wergirtine de dibînin."   Berîtan Kalbîşenê rave kir ku pêvajo bi daxwaza girtiyên nexweş dest pê dike û şandeyên tenduristiyê yên nexweşxaneyên perwerde û lêkolînê û nexweşxaneyên dewletê yên tam bi teşekkul nexweşiya wan dinirxînin ka ew dikarin di girtîgehê de bimînin yan na û dû re raporê radestî Saziya Tiba Edlî (ATK) dikin. Berîtan Kalbîşenê anî ziman ku piştî ku rapora ATK'ê diyar bike ka kes dikare di girtîgehê de bimîne, dozger mudaxile dike. Berîtan Kalbîşenê bilêv kir ku rewşa kesê dê piştî ku dozgerî biryar bide ka ew ji bo ewlehiya giştî "talûke" ye yan na, zelal dibe û got ku ger dozgerî diyar bike ku ew "talûke" ne, paşxistina înfaza girtiyan ne mimkûn e.   Berîtan Kalbîşenê diyar kir ku ATK ne serbixwe ye û got: "Em dizanin ku biryarên ATK'ê ne bêalî, ne serbixwe û ne jî zanistî ne. Ji ber vê yekê, mekanîzmayeke wisa bi îhtîmaleke mezin ji hêla îradeya siyasî ve tê rêvebirin. Ev ji ber ku em behsa saziyeke girêdayî Wezareta Dadê dikin. Di rewşeke wisa de, bandora civakî jî bandorê li biryaran dike. Ji ber vê yekê, pêdiviyên girtiyên nexweş bi rêya pêvajoyên darizandina stratejîk, serdanên girtîgehan û raporan ji Wezareta Dadê re tên ragihandin. Em her wiha hewl didin ku bala navneteweyî bikişînin û vê pirsgirêkê berbiçav bikin."    Berîtan Kalbîşenê bêalîbûna ATK'ê bi mînaka siyasetmedara kurd Aysel Tûglûkê rave kir û bi bîr xist ku Aysel Tuğluk tevî biryara binpêkirinê ya DMME'yê jî nehatiye berdan û got: "ATK'ê du sê caran raporek weşand û got ku Aysel Tûglûk 'dikare jiyana xwe di girtîgehê de bidomîne.' Lêbelê, dema ku mekanîzmayên zextê û rayedarên dewletê gotin 'ew nikare di girtîgehê de bimîne', me dît ku rapora ATK'ê ya 'dikare di girtîgehê de bimîne' guherî."   Berîtan Kalbîşenê bal kişand ser biryara binpêkirinê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya der barê girtiya nexweş Gulay Çetînê de û bi bîr xist ku Tirkiye mecbûr e ku li gorî peymanên navneteweyî yên ku ew jî alîgirê wan e tevbigere û got: "Bi sedan nexweş hene ku her tim nexweş in, divê werin berdan."   Berîtan Kalbîşenê destnîşan kir ku pirsgirêka girtiyên nexweş pirsgirêkeke sîstematîk e. Berîtan Kalbîşenê îşaret bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û got: "Ger dilê wan û avakirina baweriyekê hebe di vê pêvajoyê de, ji bo dewletê asta herî destpêkê girtîgeh in." Berîtan Kalbîşeê anî ziman ku pergala li girtîgehan astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye û got: "Ger aştiyeke mayînde û watedar tê xwestin, rêya vê yekê di girtîgehan re derbas dibe."    MA / Omer Îbrahîmoglû