Ciwan: Heta tecrîda li Îmraliyê ranebe aştî çênabe 2025-10-19 10:23:14 AMED - Ciwanan da zanîn ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad dibe dê li qadan bin û gotin: “Heta ku rêberê vî gelî tecrîdkirî be dê aştî çênebe.”    Duh li Amedê bi pêşengtiya Platforma Ciwanên Welatparêz a Demokratîk bi dirûşma “Bi Rêberê azadiyê re ber bi jiyana azad ve” meş hat lidarxistin. Bi hezaran ciwanên li Pira Alîpinar a navçeya Rezanê hatin gel hev, bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Ciwan fedaiyên Apo ne”, “Hezar silav ji Îmraliyê re” û “Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye” meşiyan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.    Di meşê de ciwanan posterên Abdullah Ocalan vekirin. Ciwanên tev li meşê bûn, ji ajansa me re axivîn.    TÊKOŞÎNA RÊXISTINKIRÎ     Ciwanan, diyar kirin ku dewlet êrişên nîjadperest weke “şûrê demokrasiyê” bi kar tîne û xwestin dewlet tavilê gavan biavêje. Ciwanan, got ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan dê li qadan bin û ev tişt anîn ziman: “Em ê xebatên xwe tax bi tax bidomînin. Em ê heta dawiyê îradeya xwe biparêzin. Ciwan, fedaiyên Rêber Apo ne. Heta ku rêberê vî gelî di bin tecrîdê de be dê aştî neyê. Rêber Apo gav avêt û dora dewletê ye. Têkoşîna me ya ji bo azadiya Rêbertiyê dê bidome. Rêbertî ji bo me têdikoşe û em jî dê ji bo wî têbikoşin. Divê Kurd têkoşîna xwe bi awayekî rêxistinkirî bidomînin.”