Li Îtalyayê ji bo bîranîna Nagihan Akarselê mihrîcan hat lidarxistin 2025-11-09 10:30:26 NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Îtalyayê Romayê ji bo bîranîna endama Akademiya Jineolojiyê û rojnameger Nagihan Akarselê, Mihrîcana Dengên Arkaîk hate lidarxistin.    Bi pêşengtiya Jineolojiyê ya Îtalyayê û rêxistinên jinan ên li Îtalyayê yên weke Rete Jin û jinên Rete Kurdistan, Ni Una Di Meno, ADM Jin û Jinên Ciwan duyemîn Mihrîcana Dengê Arkaîk hate lidarxistin. Mihrîcan, ji bo bîranîna Nagîhan Akarsel a ku di 4’ê Cotmeha 2022’an li Silêmaniyê hatibû qetilkirin hate birêxistinkirin.   Mihrîcana Dengê Arkaîk roja Înê li navenda Kurdan a Ararat bi danasîna pirtûka Nagihan Akarselê ya ku wergera wê bi Îtalî hatiye kirin dest pê kir. Pirtûka Nagîhan Akarsel ji aliyê endama Akademiya Jineolojiyê Claudia Pellegrino û endama Rete Kurdistan Viola Paolinelli ve hate nasandin.   Roja duyemîn a Mihrîcanê, li Casa Quartiere di Quarticciolo ji aliyê komîteya Jineolojî yê başûrê Fransa û başûrê Katalanyayê ve bi pêşkêşkirina atolyeyên hunerî ve dewam kir. Atolyeyên ku hatin lidarxistin rastî eleqeyek mezin hat.   Êvarê jî mihrîcan bi tevlibûna jinên Îtalî û welatparezên Kurd dewam kir û bernameyên çandî pêk hatin. Di bernameyên çandî de gotinên Nagihan Akarsel hatin xwendin, çîroka bi muzîk a Chiara Caruso, stranên Coro Ops! û Le Infrangibili û şanoya koma jinên ciwan yên bajarê Torino hatin pêşkêşkirin. Rojnamevan û hunermenda Kurd Bêrîvan Ayaz bi muzîka xwe ya bêhempa ya reng û dengê Kurdistaniyan tev li mihrîcanê kir. Koroya Jineolojiyê jî stranên çanda jinê û şoreşgerî bi zaravayên cuda yên Kurdî pêşkêşî jinan kir.   Mihrîcana Dengê Arkaîk êvarê bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî!” bi dawî bû.