Rêveberiya Amedsporê: Motîvasyona tîma me bilind e 2025-11-10 14:27:39 AMED - Serokê Kuluba Amedsporê Nahît Eren, diyar kir ku motîvasyona tîma wan bilind e û bang kir ku li şûna rexneyên rûxîner, rexneyên çêker bên kirin.    Serokê Kuluba Amedsporê Nahît Eren û endamên lijneya rêveber, li Tesîsên Şehmûs Ozer daxuyanî dan.    Nahît Eren, bi bîr xist ku rêveberiya wan di 18’ê Cotmehê de hate hilbijartin û got: “Piştî em hatin rêveberiyê, me bi lez û bez dest bi karên kulubê kir. Piştî hatinê, me fêm kir ku bareke giran li ser milê me û listîkvana ye. Di maçên dawî de tîma me her serkeftî ye. Ev jî nîşan dide ku armanca me ya ku em di rêzên pêş ên lîgê de bin. Niha rewşa tîma me û puanên wê serkeftî ye. Armanca me mezin e. Em li ser bawerî û biryara serkeftinê dixebitin.”   ‘PANKART LI SER BIRYARA TFF’Ê HATIYE VEKIRIN’     Nahît Eren bal kişand ser maça roja Şemiyê ya li Stada Tahîr Elçî ku lîstikvan bi pankarta “Bîranîna Mûstafa Kemal” derketin sehê û got: “Gelek şîrove û rexneyên neheq li ser pankartê li me hatin kirin. Dema tîmek derdikeve maçê bi biryara Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) derdikeve maçê. Em tîmek girêdayî TFF’ê ne. Biryara vekirina pankarta bîranîna Mûstafa Kemal jî biryara TFF’ê bû, di hemû maçên vê hefteyê de hemû tîm bi heman pankartê derketin maçê. Lewma biryara vekirina pankartê me nedaye.”   BANGA REXNEYÊN ÇÊKER KIR     Eren, anî ziman ku tîm û alîgirên wan her dem li gorî ruhê futbolê yê dostaniyê, aştiyê û wekheviyê tevdigerin û wiha pê de çû: “Em ji niha şûn ve naxwazin tu astengî li pêşiya tîma me û alîgirên me hebe. Em û alîgirên xwe çawa maçên dostane û aştiyane dixwazin, em dixwazin tîm û alîgirên din jî li hemberî me wisa tevbigerin û dirûşmên li dijî me nebêjin. Li şûna rexneyên rûxîner, em banga rexneyên çêker dikin.”