Bêkarî dibe sedema zêdebûna wê, şaredarî terkexem in: Ma dê wiha pêşî lê were girtin? 2025-11-11 10:01:33 AMED - Şert û mercên "koletiyê" li cihên kar dibin sedema berhêlîkirina ber bi tiryakê. Gel, di vî warî de hewldanên şaredariyan têrker nabînin. Lêkolîna qadî, ligel pêşxistina qadên kar û civakî îşaret bi avakirina "mekanîzmayên ewlehiya kolektîf" dikin.   Di têkoşîna li dijî vê pirsgirêkê de, destnîşankirina rêje û bandora tiryakê pir girîng e. Sedema sereke ya vê yekê ew e ku tiryak, îro bûye çavkaniyeke bingehîn a gelek pirsgirêkan. Li gorî lêkolînên qadm û pisporan, tiryak ne tenê bandorê li kesan dike, di heman demê de bandorê li tevahiya civakê jî dike. Ew di heman demê de amûreke bingehîn e di pêkanîna polîtîkayên şerê taybet de. Ew di heman demê de çavkaniya tişteên wekî sîxurî, çetebûn, fihûş û diziyê ye.   Li bajarên wekî Amed, Wan, Êlih, Şirnex, Colemêrg, Agirî û Bedlîsê firotin û bikaranîna tiryakê zêde bûye, bi taybetî piştî "plana çokdanînê" ya piştî 2015-2016'an. Rewşeke wisa li taxên ku rêxistinên çepgir li Tirkiyeyê xurt in jî heye. Lêbelê, lêkolînên li ser çavkaniya vê pirsgirêkê, berfirehiya wê û çareseriyên pêşniyazkirî ne bes in.   Tekane xebata qadê ya li ser bajarên Kurdistanê ku bi raya giştî hatiye ragihandin, aîdî Navenda Lêkolînên Qadê yên Civakî-Polîtîk e. Çar xebatên navendên hene ku di salên 2024 û 2025'an de li ser bikaranîna tiryakê hatine kirine. Xebatên qadê yên di dîrokên cuda de li navçeyên Rezan, Farqîn û Erxenî yên Amed û her weha li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê hatine kirin, paralel in.   DER BARÊ XEBATAN DE      Di anketeke sala 2024'an de ku li 12 taxên Rezanê hatiye kirin, ji sedî 66.7'ê koma lêkolînê diyar kirine ku ew her roj li ser "înternet û medyaya dîjîtal", ji sedî 59 "guhdarîkirina muzîkê" û ji sedî 51 "bi hevalan re" wext derbas dikin. Ji sedî 81.3 ragihandine ku "tu carî" demê ji bo "çalakiyên hunerî" û ji sedî 70.8 jî ji bo "çalakiyên werzîşê" derbas nakin. Rewş li navçeyên din jî ne cuda ye.   Ev daneyên girîng nîşan didin ka mirov dikare li ku derê planên li dijî tiryakê bi kar bîne.   LI KU DERÊ TÊ BIKARANÎN?       Dema ku ji beşdarên koma lêkolînê pirsa "Hûn vê tiryakê li ku derê bi kar tînin?" hatiye pirsîn, ji sedî 24.2'yê beşdaran bersiva "li kolanê", ji sedî 21.8 "li qadên vala", ji sedî 17 "li parkan", ji sedî 14.5 "li malê", ji sedî 9.7 "li cihên metrûk", ji sedî 7.9 "li ber sûran", ji sedî 1.8 "di wesayîtê de", ji sedî 1.8 "li mal/cihên kar ên heval/xizmên xwe" û ji sedî 1.2 "li kargehê" dane.   BERPIRSIYARÎ DIKEVE SER MILÊ HEMÛ SAZIYAN   Piraniya beşdaran diyar kirine ku wan ji "xwestekê" an "meraqê" dest bi bikaranîna tiryakê kirine. Di lêkolîna qadê yên li Rezanê de, ji beşdaran her wiha hatiye pirsîn, "Gelo we qet xwestiye ku dev ji bikaranîna tiryakê berdin?" Ji sedî 68.1'ê beşdaran bersiva "Na" û ji sedî 31.9'ê jî bersiva "erê" dane.     Yek ji xalên sereke yên lêkolînê ew e ku kîjan sazî ji bo çareserkirina tiryakê berpirsiyar in. Ji sedî 36.8'ê beşdaran bersiva "hemû sazî", ji sedî 18 "yekîneyên ewlehiyê", ji sedî 12.6 "şaredarî",ji sedî 7.4 "walîtî", ji sedî 7.2 "malbat" û ji sedî 4.7 "nexweşxane" dane.   Ev encam girîngiya têkoşîna/berpirsiyariya hevbeş di navbera saziyan de dide der.   Dema ku ji beşdaran hatiye pirsîn, "Divê şaredarî der barê tiryakê de çi cure kar bikin?", ji sedî 28.8'ê beşdaran bersiva, "Piştgiriya Derûnî-Civakî," ji sedî 25.2 "Xizmetên Parastin/Pêşîlêgirtinê," ji sedî 24.2 "Navendên dermankirinê," ji sedî 12.4, "Piştgiriya aborî," û ji sedî 8.7, "Xizmetên şêwirmendiyê" dane.   Beşdarên navçeyên Erxenî, Farqîn û Dêrikê jî bi giranî bersivên bi vî rengî dane.   ÇAVDÊRIYÊN LI QADÊ     Çavdêriyên hevpar ên ku ji lêkolînên qadî derketine ev in:   Bi taybetî li xanî û avahiyên metrûk yên piştî erdhejan hatine valakirin, bikaranîn û firotina tiryakê berbelav e.    Tiryakfiroş wekî çeteyan tevdigerin û fuhûşê teşwîq dikin.   Li hin cihên şahiyê ji ber tiryak û fuhuşê her tim pevçûn çêdibin. Ne rêveberiyên herêmî û ne jî saziyên din ên têkildar tu cezayan li van cihan ferz nabirin.   Li cihên ku bikaranîna tiryakê zêde ye, bûyerên wekî diziyê çêdibin.   Piraniya bikarhêneran dermankirinê naxwazin. Yên dixwazin jî ditirsin ku "bên fîşkirin."    Piraniya tiryakê ku tên taxê ji Amed tên dabînkirin. (Beşdarên Dêrikê)   Piraniya hevpeyvînkarên ciwan ên di koma temenî de ku diviyabû biçûna lîseyê dev ji xwendinê berdane û dest bi kar kirine.   Gelek malbatên bikarhêneran haya wan ji rewşê tune ye.    Parkên ku êvaran vala dibin û bê ronahî ne, ji hêla tiryakfiroşan ve wekî navend tên bikaranîn.   Madeyên sentetîk di salên dawî de pir zêde bûne.    Nerazîbûna li hember xizmetên şaredariyê di têkoşîna li dijî tiryakê de di asta herî bilind de ye.   Gelek ji jinên ku hevdîtin bi wan re hatiye kirin gotine ku zêdebûna bikaranîna tiryakê tacîzê jî zêde kirine.   PÊŞNIYAZ     Divê têkoşîna li dijî tiryakê tavilê were destpêkirin, bi toreke ku hemû dînamîkên bajêr di nav xwe de bigire. Divê planên stratejîk werin pêşxistin.   Berpirsiyariyên girîng ên rêveberiyên herêmî hene; divê ew kontrolên bibandor bicîh bînin da ku pêşî li bikaranîn û bazirganiya tiryakê bigirin. Di vî warî de, divê ew hevkariya xwe bi dezgehên dewletê yên têkildar re zêde bikin. Divê ew kampanyayên hişyarkirinê û navendên dermankirina tiryakê jî ava bikin.   Avahiyên metrûk divê werin hilweşandin an jî ji nû ve werin çêkirin, erdên vala û gundewarên bê çavdêrî divê werin kontrolkirin an jî werin veguherandin ji bo qadên werzîş û çandê.   Divê park û baxçeyên ku êvarê ne ewle ne werin ronîkirin/başkirin.   Divê qadên çalakiyên civakî ji bo ciwanan werin zêdekirin. Divê qursên çand û hunerê werin berbelavkirin.    Divê navendên ku piştgiriya derûnî, perwerdehiya pîşeyî, atolyeyên hunerî û xizmetên şêwirmendiyê peyda dikin, werin avakirin.   Divê navendên hevgirtinê ji bo jinan werin avakirin û navendên serlêdanê yên ku jin karibin li dijî tacîz û cureyên din ên tundûtûjiyê têbikoşin werin çêkirin.    Divê tedbîr bên girtin da ku piştî dibistanê rê li ber gihîştina hêsan a tiryakê bê girtin û her çend polîs li ser vê mijarê li hev nekin jî, divê rêveberiyên dibistanan û şaredarî karibin protokolên hevbeş çêbikin û bi hev re bixebitin.   BERPIRSIYARÎ     Tevahiya civaka karsaziyê ya bajêr dikare di têkoşîna li dijî zêdebûna tiryakê rolekê bilîze. Ew dikarin ji bo ciwanan derfetên kar biafirînin. Di vî warî de, ew dikarin bi rêveberiyên herêmî re projeyên hevbeş pêş bixin.   Divê bernameyeke pêşketina civakî-aborî ya bêhempa li hin taxan bi hevkariya dînamîkên bajêr û rêveberiyên herêmî were pêşxistin. Divê çavkanî û potansiyela herêmî ji bo civaka herêmî were veguherandin.   Bi taybetî li kargehên tekstîlê divê şert û mercên xebatê werin başkirin.    HEVKARIYA LEŞKER-POLÎS û FIROŞKARAN!     Çavdêriyeke din a girîng ew e ku li gelek deveran, leşker û polîs firotina tiryakê hêsan dikin an jî bi firoşkaran re hevkariyê dikin. Piraniya beşdarên anketê diyar kirine ku her çend leşker û polîs şahidiya wan bikin jî, ew mudaxele nakin, ev yek jî pirsgirêkê girantir dike. Hin kesan jî diyar kiriye ku firoşkar bi awayekî sîstematîk bi hevkariya dewletê tiryakê difiroşin.   RÊXISTINBÛNA CIVAKÎ   Di hemû hevpeyvînan me de, hatiye destnîşankirin ku hin mirin û xwekuştinên dawî rasterast bi bikaranîna/firotina tiryakê ve girêdayî ne. Hatiye tekezkirin ku tedbîra herî girîng a li dijî firoşkarên tiryakê "rêxistinkirina civakî" ye.   Sibê: Divê zimanekî çawa bê bikaranîn?   MA / Azad Altay - Berîvan Altan