Li Pasûrê hejmara miriyan derket 3'yan 2025-11-11 14:45:02 AMED - Hejmara karkerên ji ber îskeleya pira li ser rêya Pasûr û Mûşê hilweşiyayî jiyana xwe ji dest dan, derket 3'yan.                                                Îskeleya pira li ser rêya Pasûr û Mûşê ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Rêbejahiyê û Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) tê çêkirin, hilweşiya. Di hilweşandinê de Şehmûs Anustekîn, Tahsîn Dere û Saliha Lale jiyana xwe ji dest dan. Hat hînkirin ku rewşa Cuneyt Narin û Mehmet Şîrîn Yalçiner jî giran e.                   Hat ragihandin ku hevşaredarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), rêveberên navçeyan û gelek kesên din ji bo alîkariya çûn cihê bûyerê.                           Hat diyarkirin ku kesên jîyana xwe ji dest dane di Şirketa Înşaetê ya Maktaş de dixebitîn.