Li Aydinê mirineke biguman 2025-11-12 10:33:17   AYDIN - Xwendekara zanîngehê Melîsa Şengul a li navçeya Efelerê dima, li mala hevalên xwe bi awayekî mirî hat dîtin.    Xwendekara zanîngehê Melîsa Şengulê (20) a li navçeya Efeler a Aydinê dima, li mala hevalên xwe mirî hat dîtin. Xwendekara Zanîngeha Adnan Menderes a Aydinê Melîsa Şengul, li mala ku tevî hevalên xwe K.E. (21) û A.Ş. (21) lê dima, bi awayekî bê liv û tevger hat dîtin. Piştî haya tîên tenduristiyê pê hat xistin, tîmên tenduristiyê hatin malê û diyar kirin ku Melîsa Şengulê jiyana xwe ji dest daye.    Cenazeyê Melîsa Şengulê ji bo otopsiyê rakirin morgê.    Ji bo îfadeyê jî hevalên Melîsa Şengulê K.E. û A.A. birin midpriyeta polîsan. Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.