ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2025'AN 2025-12-04 09:00:09   * Ji Dêrazorê heta Hesekê û Qamişloyê, li her derê pêşengên Şoreşa Rojava bi awayên cuda tên bibîrxistin. Ji ber ambargo û êrişan, carnan avakirina malekê jî girêdayî geşedanan pêş dikeve. DAIŞ hîn jî metirsiyeke mezin e, tevî vê yekê jî şoreş bi komunan gav bi gav tê pêşxistin.   * Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak, diyar kir ku ew li bendê ne piştî qanûnên veguhêz, qanûnên demokratîkbûnê bên derxistin û got, piştî rapore komisyonê ew ê rêze xebatan bikin.   * Prof. Dr. Levent Koker diyar kir ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de gihiştine qonaxeke girîng û got: "Bi çareserkirina vê pirsgirê re, Tirkiye dê bikeve pêvajoya demokratîkbûnê."   * Îlahiyatnas Mihemed Salar, diyar kir ku divê Diyanet di xutbeyan de bi Peyamana Hudeybiyeyê û Peymana Medîneyê rave bike û pêvajoyê bi awayeke rast ji gel re vebêje.   * Rojgul Ozdemîr a ku dema bavê wê hat girtin 3 salî bû, diyar kir ku dema 7 salî bû çûye ziyaretê û ev 29 sal in rêya girtîgehê çaverê dike û got: “Gelek nexweşiyên giran ên bavê min hene. Em jî mîna gelek malbatan, li benda berdana bavê xwe ne.”   * Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol dê were şopandin.     * Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dê ji bo nirxandina xebatên xwe li Eywana Torenan a Meclisê bicive. (14.00)   * Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê têkildarî geşedanên di rojevê de li navenda giştî ya partiyê daxuyaniyê bide. (15.30)