Ji Licêyiyan li dijî 'tora fihûşê' banga yekîtiyê 2025-12-06 09:09:16   AMED - Welatiyên ku bertek nîşanî tora fihûşê ya li navçeya Licê de dan, diyar kirin ku berteka gel têrê nake û banga têkoşîneke hevpar kirin.   Nerazîbûnên li dijî tora fihûşê li navçeya Licê ya Amedê, berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de, di bin pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de xebat didomin û hefteya bê dê meşeke girseyî li navçeyê bê lidarxistin. Di vê çarçoveyê de, xelkê Licê ku em bi wan re axivîn, banga têkoşîneke hevpar li dijî fihûşê û polîtîkayên şerê taybet kirin.   Gulistan Erdalê bertek nîşanî şebekeya fihûşê ya li Licê da û got: "Ez bi xwe dayik im û pir nerihet im. Ev ji hêla pergalê ve tê kirin. Ger pergal piştgirî nedaya vê yekê, ev yek çênedibû. Keçeka min a 10 salî heye û ez ji bo wê ditirsim. Ev rewş di heman demê de dibe sedema ku mêr zextê li ser jinan bikin. Mînak, hevjînê min dibêje, 'Ger ev bibe, ez ê nehêlim tu derkevî derve.'"   ‘EM Ê VÊ FERASTÊ JI HOLÊ RAKIN'   Gulistan Erdalê diyar kir ku jin bi zorê ber bi fihûşê ve tên kaşkirin û ev yek bi rêya gefan tê domandin û got: "Berê xwe didin hêlên hesas ên jinan. Dixwazin wan di malên wan de bigirin. Divê hemû jin ji vê rewşê re hesas bin. Ger jin îro dengê xwe dernexin, mêr jixwe dixwazin jin bêdeng bimînin. Mêr dibêjin, 'Divê jin li malê bimînin û bibin dayikên zarokên xwe.' Perspektîfa pergala mêran polîtîkayeke şerê taybet e ku armanc dike jinan di malan de asê bike. Heta niha çek û şer hebûn, lê niha li dijî jinan şerekî taybet dimeşînin. Jinan wekî metayê dibînin. Em vê yekê qebûl nakin û em ê vê zîhniyetê ji holê rakin."   Baran Şahîn diyar kir ku şebekeya fihûşê ya li Licê derketiye holê polîtîkayeke dewletê ye û got: "Dewlet bi zanebûn rewşên weha organîze dike. Dewlet her tiştî dike da ku raya giştî ji bo berjewendiya xwe bi kar bîne. Rastiya ku tiştekî wisa li Licê qewimî vê yekê nîşan dide. Raya giştî bertek nîşanî rewşê dide, lê ev têrê nake. Ji ber ku yên ku çerxê dimeşînin bihêztir in, berteka raya giştî têrê nake. Ez bertek nîşan didim û van bûyeran şermezar dikim. Yekîtî hêz e û divê em li dijî vê rewşê yekgirtî bisekinin. Divê xelkê Licê bi yekîtî û yekgirtî tevbigere."    Ayten Gulenê diyar kir ku ew ê destûrê nedin şebekeya fihûşê li Licê û got: "Divê ev şebekeya fihûşê ji Licê derkeve. Em ditirsin ku zarokên xwe bişînin cihekî. Divê her kesê ku vê yekê dike ji vê derê derkeve. Ciwan, zarok li cem me hene û em êdî nikarin baweriya xwe bi kesî bînin. Navekî xirab li Licê kirine. Lice berê pir xweşik bû."   BANGAWAZÎ   Hasan Çoban got: "Gelê Licê ji ber çeteya ku li Licê derketiye holê pir xemgîn e. Di salên dawî de li Licê ne yekîtî û ne jî hevgirtin heye. Paşve diçe. Berê zilm û girtin hebûn, lê dîsa jî yekîtî û hevgirtin hebû. Ger em bi hev re tevbigerin em ê karibin vê pirsgirêkê ji holê rakin. Em fihuşê qebûl nakin."   Şîrîn Kiliç diyar kir ku Licê wekî cihekî têkoşîn û berxwedanê tê zanîn û got: "Em tiştên ewqas qirêj li Licê naxwazin. Licê cihekî azadiyê bû û wan Licê wêran kir. Dewlet bi zanebûnî xelkê ber bi fihuş û qumarê ve dibe, ji dûr ve temaşe dike. Licê vê yekê heq nake. Divê her kes hêza xwe bike yek û vê çeteyê ji navçeyê derxe. Divê her kes, ji jinan bigire heta mêr û zarokan, li dijî vê rewşê rabe."   MA / Heval Onkol