'Şer astengdariyê zêde dike, em ê ji bo aştiyê bitêkoşin' 2025-12-06 09:14:52   AMED – Serokê Federasyona Astengdaran Mecît Yilmaz diyar kir ku şer astengiya fizîkî û derûnî bi xwe re tîne û got ku ew ê ji bo aştiyê têbikoşin.   Piştgiriya ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi hevdîtina sê endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re domiya, berdewam dike. Serokê Federasyona Astengdaran Mecît Yilmaz diyar kir ku budçeya ku ji bo şer tê veqetandin astengiyên laşî û zihnî bi xwe re tîne û serkeftina pêvajoyê dê bandoreke erênî li ser pêşeroja kesên astengdar bike. Yilmaz destnîşan kir ku şer astengiyan bi xwe re tîne û got: "Ev pêvajo ji bo kesên astengdar tiştekî pir baş e. Wekî ku em dizanin, dema ku şer hebe, hejmara kesên asetngdar zêde dibe, ji ber ku gelek kes di dema şer de birîndar dibin û astengdar dibin. Pir girîng e ku kesên astengdar karibin beşdarî civakê bibin. Dema şer hebe, budçeya ku ji bo kesên astengdar tê veqetandin tê kêmkirin û her wiha budçeya perwerdehiyê jî tê kêmkirin û budçeya ku ji bo gel tê veqetandin tê kêmkirin û diçe ji şer re. Em hêvî dikin ku ev pêvajo serkeftî be û yên di girtîgehê de werin berdan. Kesên astengdar di girtîgehê de hene û ew ji bo jiyanê têdikoşin. Tewra ku qanûna heyî jî bihata bicîhanîn, ew ê bihatana berdan. Lê nayên berdan."    DI ŞERAN DE HEJMARA ASTENGDARAN ZÊDE DIBE   Yilmaz destnîşan kir ku rêjeya astengdariyê roj bi roj zêde dibe û ev pêvajo ji bo pêşîgirtina li vê yekê pir girîng e. Yilmaz got: "Rêjeya astengdariyê li seranserê Tirkiyeyê ji sedî 12,5 e. Li Amedê ev rêje ji sedî 15 ye. Kesên Astengdar sê tiştan dixwazin. Ya yekem kar e. Ya duyemîn derfetên perwerdehiyê yên berfirehtir in. Ya sêyemîn xwegihandin e. Divê hem astengiyên dîjîtal û hem jî yên fizîkî yên ku kesên astengdar pê re rû bi rû ne, werin rakirin. Divê ev astengî werin rakirin da ku hemû kesên astengdar karibin mîna hemû mirovên din bijîn. Ji ber ku em beşek ji vê pêvajoyê ne, em ê hem ji bo vê pêvajoyê û hem jî ji bo mafên xwe têbikoşin."   'EM Ê JI BO AŞTIYÊ BITÊKOŞIN'   Yilmaz behsa hebûna astengdariyeke ji ber şer çêkirî kir û got: "Astengdarî hem ji ber şer çêdibe û hem jî di dema şer de bandoreke kûr li ser me dike. Ji salên 1990'î heta 2015'an, jiyana me di xetereyê de bû ji ber ku em di bin agirê tank û hawanan de bün. Em nikarin ji şer birevin. Raporek YE'yê diyar kir ku gelek kesan di şerên li Sûdan, Filistîn û Rojavayö de jiyana xwe ji dest dane ji ber ku ew astengdar bûn û nekarîn birevin. Rapora YE'yê ya li ser du salên şerê Îsraîl-Filıstînê jî diyar kir ku 21 hezar kes astengdar bûne. Tenê xeyal bikin, ger di du salan de 21 hezar kes bûbin astengdar, ev 42 sal in li herêma me şerekî qirêj tê meşandin. Ez naxwazim li ser vê şerî jî bifikirim ka çend kes bûne astengdar. Şer ji bo her aliyê civakê û ji bo jiyana me tiştekî tirsnak e. Yên ku şer ceribandine nirxa aştiyê dizanin. Em ê bi hemû hêza xwe ji bo aştiyê bitêkoşin."   MA / Fethî Balaman