Arzû Yilmaz: Entegrasyona ku Abdullah Ocalan behs dike, formula jiyana bihevre ye Oleksandra Viacheslavivna Matviichuk a xwediya Xelata Nobelê: Divê em jinan daxilî pêvajoyê bikin 2025-12-06 15:49:27 STENBOL - Doç. Dr. Arzû Yilmazê diyar kir ku domandina pergala netew-dewletê dijwar e û got: "Entegrasyona demokratîk a ku Abdullah Ocalan qala wê dike, bingeheke girîng wekî formulek ji bo hevjiyana aştiyane di çarçoveya aboriya herêmî ya nû de pêşkêş dike." Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) "Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî" li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoy a Stenbolê li dar dixe.   Di rûniştina yekem de ku ji hêla Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Cengîz Çandar ve hat birêvebirin, Doç. Dr. Arzû Yilmaz bi beşdarbûna xwediyê Xelata Nobelê Oleksandra Viacheslavivna Matviichuk, bi rêya peyameke vîdyoyî ya kurt pêşkêşiyeke bi sernavê "Bandorên Herêmî û Cîhanî yên Aştiya Civakî û Çareseriyeke Mayînde li Tirkiyeyê" pêşkêş kir.   Arzu Yilmazê diyar kir ku îhtîmala şerê cîhanê yê sêyem "li hewayê hilawistî ye" û got: "Di serdema Trump de, bi Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê re, dibe ku sê salan şer tune be. Lêbelê, em li ber sînorê raûnta duyem a şerê Îran-Îsraîlê ne. Bandorek derketiye holê ku tekeziya li ser çêkirina aştiyê bi zorê kûrtir kiriye. Delîla herî girîng ew e ku Trump agirbesteke nisbî bi dest xistiye, lê em rewşên ku ew jê re dibêje 'aştî' ji agirbestê wêdetir ne tiştekî dine. Dibe ku ew pevçûnan bicemidîne, lê xuya ye ku gava aştiya cemidî ku pevçûn kûrtir kiriye û helwestên aliyan li hember hev ber bi rewşeke pevçûnê ve biriye, hilweşe, şer dê hîn bêtir dijwar bibe. Em li Sûriye, Ukrayna û Filistînê behsa aştiyê dikin, lê heta agirbest jî nehatiye bidestxistin. Lêbelê, agirbesta li Îranê bi rastî jî hatiye parastin. Lêbelê, ev rewşa parastinê ne mimkûn e ku pêşî li şer bigire; dibe ku bê pêşbînîkirin ku alî hewl didin wê biqedînin."    AŞTIYA KURD-TIRKAN   Arzû Yilmazê destnîşan kir ku sedema ku aştiyê bûye rojev, divêtiyên stratejik ên li Rojhilata Navînê ne û got ku lê gava ew li aliyan guhdar dikin tê dîtin ku her du alî jî dixwazin. Arzû Yilmazê got: "Li vir entegrasyona demokratîk a ku Abdullah Ocalan qala wê dike, bingeheke girîng wekî formulek ji bo hevjiyana aştiyane di çarçoveya aboriya herêmî ya nû de pêşkêş dike."   ‘DIVÊ EM JINAN DAXILÎ PÊVAJOYÊ BIKIN'   Xwediya Xelata Nobelê Oleksandra Viacheslavivna Matviichuk jî peyameke bi video şand. Peyama wiha ye: "Berî her tiştî, ez li ser şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de dixebitim. Em parêzvaniyê dikin ku mirov bi navên xwe bijîn; mirov ne tenê hejmar in. Me di daneyên xwe de zêdetirî 90 hezar sûc tespît kirine. Wekî jinên li Ukraynayê, tenê ji aliyê Rûsyayê ve zilm li me tê kirin; em di heman demê de li ber xwe didin. Me şahidiya jinên ku ji bo rûmeta mirovan têdikoşin kiriye. Em di pêvajoyên avakirina aştiyê de bêtir pêdiviyê bi jinan dibinin. Me bi mehan tiştên li ser berjewendiyên Rûsyayê bihîstin, lê me der barê mirovan de tiştek jê nebihîst. 27 hezar zarok ji malbatên xwe hatine veqetandin, dê çi bê serê wan? Bi hezaran di girtîgehên Rûsyayê de tên îşkencekirin. Bi mîlyonan li qadên gewr dijîn. Dagirkirina Rûsyayê ne tenê dagirkirina dewletekê ye; ew di heman demê de tê wateya windakirina bi zorê, taciz, tecawiz û veqetandina zarokên we ji we. Ji ber vê yekê, divê em aliyê mirovî di pêvajoyê de li ber çavan bigirin. Ji bo vê yekê, divê em pêşî jinan di pêvajoyê de esas bigirin. Hêzên mezin her gav li berjewendiyên xwe digerin. Aştî tê wateya jiyana bê tirs û ev tenê bi jinan dikare were bidestxistin."