Li sê bajaran bang ji bo girtiyên nexweş 2025-12-06 16:42:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên ji bo girtiyên nexweş ên li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê de banga serbestberdana girtiyên nexweş hat kirin.   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di hefteya 715'emîn a çalakiyên "Rûniştina F" de li ber avahiya komeleyê ya li Beyoglû ya Stenbolê daxuyaniyek da. Di çalakiya vê hefteyê de li ser rewşa girtiyê nexweş û astengdar Mehmet Emin Vural hat sekinandin. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Dermankirin maf e, nayê astengkirin" û "Girtiyên nexweş berdin" hatin vekirin û her wiha gelek caran dirûşmeyên wekî "Girtiyên nexweş berdin" û "Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e" hatin berzkirin. Gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla endama ÎHD'ê Gonul Sonbaharê ve hate xwendin.   Gonul Sonbaharê rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Mehmet Emin Vural ku di Girtîgeha Tîpa R ya Metrisê de tê girtin, parve kir. Gonul Sonbaharê bal kişand ser nexweşînên Mehmet Emin Vural ku ji sedî 61 rapora wî ya astengdariyê heye û got: "Ligel nesaxlembûna ranên wî û movikên wî, nexweşîna bîlateral sensorinal û obstruktîfa kronik pê re hene." Sonul Sonbaharê destnîşan kir ku pêdiviya Vûral bi dermankirinê heye û nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe dabîn bike.    Gonul Sonbaharê bang li rayedaran kir ku dengê wan bibihîzin û daxwaza berdana girtiyên nexweş kir.    ÎZMÎR   Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, bi armanca balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş, li ber Sumerbanka Kevn a li Konakê çalakiya xwe berdewam kir. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Girtiyên nexweş dimirin. Bêdeng nemînin, nebin hevkar" hat vekirin û rewşa girtiyê nexweş Mehmet Sait Yildirim ê 74 salî ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Hejmar 1 a Kiriklarê ya Îzmîrê tê girtin, hat destnîşankirin.   Rêvebera Şaxa ÎHD a Îzmîrê Îrem Revşen Yildizê metna daxuyaniyê xwend.    Îrem Revşen Yildizê da zanîn ku nexweşîna kronîk a dil, fitiq, hîpertansiyon, arterîosklerotîk, KOAH, nexweşîna pişikê û gelek nexweşînên din bi Yildirim re hene û got ku her diçe rewşa wî xirabtir dibe.    Îrem Revşen Yildizê ku xwest girtinên nexweş bê berdan destnîşan kir ku ger tiştekî neyînî çêbibe berpirsiyarî rayedar in.      ENQERE   Înîsiyatîfa Azadî ji bo Girtiyên Nexweş, ji bo hefteya 587'emîn a çalakiya xwe ku bi armanca balê bikişîne ser binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan, li hev civiya. Endamên înîsiyatîfê li Kolana Sakarya kom bûn û bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Sait Yildirim ê 74 salî ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Hejmar 1 a Kiriklar a Îzmîrê girtî ye.    Rêvebera Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê Asli Saraçê metna daxuyaniyê xwend. Asli Saraçê diyar kir ku li gorî encamên ÎHD'ê, li girtîgehên Tirkiyeyê herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene ku 161 ji wan jin û hezar û 251 jî mêr in û 35 ji wan wekî nexweşên giran tên hesibandin.   Asli Saraçê da zanîn ku dema berdana girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim 27'ê Sibata 2025'an bûye, lê ji ber biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê berdana wî hatiye taloqkirin. Asli Saraçê bal kişand ser raporên tenduristiyê yên Yildirim û got ku nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne û şert û mercên hucreyê ji bo wî xetere ne.    Asli Saraçê bang li rayedaran kir ku divê Yildirim û girtiyên nexweş yên din bên berdan û dermankirin.