‘Heya Abdullah Ocalan azad nebe pêşiya aştiyê venabe' 2025-12-13 09:13:44   AMED - Xizmên girtiyan û malbatên ku zarokên xwe di şer de winda kirine, daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan kirin û gotin: "Bêyî azadiya Abdullah Ocalan rê li ber aştiyê venabe."   Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de dest pê kir, berdewam dike.   Kesên ku di şer de xizmên xwe winda kirine û malbatên girtiyan bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike û azadiya Abdullah Ocalan xwestin.   Sultan Beyarê diyar kir ku malbatên wan bi salan e bedelên giran dane û got: "Bila Serok were berdan, bila azad bibe. Em ji bo aştiyê têdikoşin. Hikûmetê tu gav neavêtiye. Xwedê aştiyê ji me re bişîne."   ‘BILA DILÊ DAYIKAN NEŞEWITE'   Raziye Işiktaşê got: "Bila Serokê me bê berdan, bila yên di gırtigehan de bên berdan. Evqas sal in ewqas xwîn hatiye rijandin, zarokên me hatine kuştin. Bila êdî aştî bê, bila ev xwîn raweste. Wan bi salan Serokê me li pişt çar dîwaran girtiye, êdî bes e. Bila rayedar destên xwe deynin ser wijdanê xwe; bila yên di gırtigehan de bên berdan. Bila êdî dilê dayikan neşewite."   Fatma Yalçinê tekez kir ku divê her kes xwedî li aştiyê derkeve û got: "Em dixwazin Serokê me bê berdan, aştî bê avakirin û şer raweste. Ez bang li hemû welatiyan dikim; bila xwedî li aştiyê derkevin, bila her kes rola xwe bilîze. Bila destê Serokê me li hewayê nehêlin."   'HEYA SEROK AZAD NEBE EM AZAD NABIN'   Makbule Açikgozê diyar kir ku dewletê tu tevdîr negirtiye û baweriya wan bi dewletê nayê û got: "Komîsyon divê rastgo bin. Ger Serok azad nebe, em jî nikarin azad bibin. Pêşî, divê azadiya wî ya fizîkî hebe; divê di nav gelê xwe de be. Em hemû azadiyê dixwazin. Heta ku Serok azad nebe, dê tu wateya tiştekî tune be."   'HÊVIYA ME BIRÊZ OCALAN E'   Zahîde Kûtlûyê diyar kir ku pêvajo tenê bi azadiya Abdullah Ocalan dikare bi pêş ve biçe û got: "Bêyî azadiya birêz Ocalan, rêça pêvajoyê dê ne diyar be. Divê 'mafê hêviyê' pêk bê. Ger pêvajoyek hebe, divê ew were pêkanîn; ger ew neyê pêkanîn, dê hêviya me tune be. Ji ber ku hêviya me birêz Ocalan e. Divê birêz Ocalan demildest were azadkirin."