Koma Jinan a Meclisê ya DEM Partiyê têkildarî ‘îstîsmarê’ daxuyanî da 2025-12-17 16:49:39 ENQERE - Halîde Turkoglû a DEM Partiyî têkildarî îstîsmara li Meclisê axivî û got ku divê hemû qedemeyên rêveberiyê yên Meclisê bikevin ber pêvajoya lêpirsînê û daxwazên xwe rêz kir.   Koma Parlamenterên Jin a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî bûyera îstîsmarê ya li Meclisê li dijî zarokên pêk hatibû li Meclisê daxuyanî da. Parlamenterên jin ên DEM Partiyê tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû axivî û bi lêv kir ku ew destûrê nadin bûyerê îstîsmara zayendî ya li Meclisê bê veşartin.   ‘HEWL DAN ÎSTÎSMARÊ VEŞÊRIN’   Bi domdarî Halîde Turkoglûyê got: “Taybet di xwaringeha Meclisê de zarokên keç ên stajyeriyê dikirin rastî istismara zayendî hatine. Êdî ew bûyer weke îdia nikarin bigirin dest, hem îfadeya zarokan û hem jî qeydên kamera û binçavkirin bi awayekî şênber rastiyê nîşan didin. Li Meclisê ku divê ji bo hemû kesan bibe cihekî bi ewle zarokên stajyer ku bi awayekî ne ewle tên xebitandin bi îstîsmara zayendî re rû bi rû mane û hatine bêdengkirin. Li gorî agahiyan herî kêm 4 zarokên keç ji aliyê xebatkarên Meclisê ve bi tacîzê re rû bi rû mane. Xwestin ser bûyerê were girtin. Li vir kontrol tine ye, zarok bê parastin hatine hiştin. Ew zarok ne tenê stajyer in ew zarok di heman demê bi darê zorê tên xebitandin.”   GELO MECLIS LI KU BÛ?   Halîde Turkoglû di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku ev bûyer rejîma xebitandina zarokan jî radixe ber çavan û got: “Em rêyedaran ji bo mekanîzmaya zarokan biparêze pêk bînin vêdixwînin ser wezîfeyê. Pirsa ku divê bê pirsin ev e; Heta wan zarokan gilî nekiribû gelo Meclis li ku bû? Çima mekanîzmayeke ku zarokan biparêze û kontrolê bike tune ye? Çima refleksa yekem parastina zarokan nebû lê bêdengkirina zarokan bû? Divê tenê ne derheqê faîlan de lêpirsîn bê destpêkirin, divê derheqê kesên bi bûyerê zanibûn de jî bê destpêkirin. Ev bûyer encama vekişîna ji Peymana Stenbolê ye. Ev bûyer aqilê desthilata zilaman dide nîşandan û polîtîkaya MESEM’ê ya xebitandina zarokan e. Li Meclisê nebûna mekanîzmaya parastina zarok û jinan pêkneanîna berpirsyariyê.”   BANG LI MECLISÊ KIR   Halîde Turkoglû di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Lêpirsîneke taybet a di bin sîwana piştgiriya derûnnasî ku zarokan guhdar bike û bi malbata wan re bi hev re bixebite divê pêk were. Divê pêvajoyeke ku faîl neparêze û bê ceza neke lê hesab bipirse bê destpêkirin. Divê pêvajo ji bo raya giştî bi awayekî zelal bê meşandin. Divê metneke ku li dijî tundiyê jin û zarokan biparêze û ewlehiya wan pêk bînê di bin sîwana Meclisê de pêk were û yekîneyek bê avakirin. Divê Peymana Stenbolê careke din bikeve meriyetê. Divê qanûnên cezakirinê yên li dijî tundî û îstîsmarê bên çêkirin.”