Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP'ê: Pêdivî bi sererastkirineke qanûnî heye 2025-12-22 18:10:07       ENQERE - Serokê Giştî yê EMEP'ê Seyit Aslan piştî serdana Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê anî ziman ku raporên partiyên siyasî li gor daxwazên gelê Kurd lewaz bûne û endamê şandeyê Mîthat Sancar jî destnîşan kir ku pêdiviya pêvajoyê bi qanûnan heye.   Endamên Heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê ku ji parlamentera Wanê Pervîn Buldan, parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tên tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk serdanên partiyên siyasî didomînin. Heyetê piştî CHPê serdana Navenda Giştî ya EMEPê kir. Endamên heyetê li Navenda Giştî ya EMEP'ê ji aliyê Serokê Giştî yê EMEP'ê Seyît Aslan û parlamentera Dîlokê ya EMEPê Sevda Karaca ve hatin pêşwazîkirin û piştre derbasî cihê hevdîtinê bûn.   Hevdtîtin ji çapemeniyê re girtî pêkhat. Hevdîtin nêzî seat û nîvê pêkhat. Piştî hevdîtinê ji çapemeniyê re daxuyanî hat dayin. Di serî de Seyît Aslan axivî û êrîşên nîşadperest û zayendperest ên li dijî Leyla Zana şermezar kir û wiha got: “Di pêvajoyeke wisa de jî êrişên wisa qirêj pêktên. Em li dijî van êrîşan in û li cem Leyla Zana ne. Piştî raporan û xebatên komîsyonê em derbasî merhaleyeke nû dibin. Rapor li gor daxwazên neteweyî yên gelê Kurd lewaz bûn. Weke partî ji bo ew pirsgirêka sed salan bi aştiyê li ser bingeha mafên wekhev pêk were çi ji destê me were em ê bikin. Me îro ji endamên heyetê re fikir û rêmanên xwe anîn ziman. Divê ew pêvajo bi qanûnan bê misogerkirin. Ji bo aştiyeke mayînde em ê jî daxwaza gav avetinan bikin. Weke pêkanîna biryarên Dadgeha Mafê Mirovan û bi dawîbûna sepanan qeyûman em ê jî daxwazên xwe bînin ziman.   Pervîn Buldan jî anî ziman ku pêdiviya wan bi piştgiriya hemû partiyên siyasî heye û ev tişt gotin: “Me ji bo wê jî serdana partiyên siyasî kir. Ji EMEPê re jî li ser em dikarin çi bikin gotûbêj kirin. Em di pêvajoyeke ku aştî herî pêkane de ne. Ji bo wê jî divê hemû partî çi ji destê wan tê bikin. Ew pêvajo ne tenê DEM Partî û Kurdan lê hemû partiyên siyasî û welatiyan alaqadar dike. Sibê jî em ê bi Wezîrê Dadê û Serokê Meclîse re hevdîtinê bikin. Piştrê hevdîtinên me dê bi dawî bibin û dibe ku bi Serokkomar re jî hevdîtin bikin. Pêvajo di merhaleya 2an de ye. Di vê merhaleyê de ya ku divê bê kirin amadekariyên qanûnî ye.”   Mîthat Sancar diyar kir ku pêdiviya pêvajoyê bi qanûnan heye û wiha axivî: “Misogeriya pêvajoyê bi hiqûqê dikare pêk were. Ew jî bi qanûnan dibe. Divê piştgiriya civakî hebe. Pêdiviya pêvajoyê bi qanûnan û piştgiriya civakî heye.”