Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê 2025-12-25 16:30:05 DÊRSIM - Şaredariya Pêrtagê, 350 donimên erd di çarçoveya projeya GES’ê de ji bo 49 salan ji şîrketekî taybet ra da kire. Şaredariya Pêrtagê, 350 donim erdê şaredariyê yê li taxa Sogukpinar ji bo avakirina Santrala Enerjiya Rojê (GES) ji bo 49 salan ji Şîrketa ACM Muhendîslîk re da kirê.   Şirketa ACM’ê ya ku ji bo biryara “Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED)” serî li şaredariyê dabû, serlêdana wê hat qebûlkirin. Piştî serlêdanê di 11’ê Kanûnê bi serokatiya Şaredarê Pêrtagê Recaî Vural meclisa şaredariyê civiya û mijar gotûbêj kir. Piştî dengdayînê 5 endamên AKP dengê “erê”, 3 endamên din jî “na” dan. Biryara ku bi piraniya dengan hat dayîn, erdê şaredariyê ji bo damezirandina GES’ê, ji şîrketa ACM’ê re ji bo 49 salan dan kirê.