Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye TÊ NÛKIRIN 2025-12-26 12:33:37 AMED - OHD’ê li gelek bajaran ji bo tevlibûna “Mitînga Hêvî û Azadiyê” ku dê di 4’ê Çileyê de li Amedê were lidarxistin, daxuyanî da û banga tevlibûnê kir. OHD’ê got: “Parastina ‘mafê hêviyê’, parastina aştiyê ye.”  Amed’te 4 Ocak’ta düzenlenecek “Umut ve Özgürlük” mitingine katılım çağrısı yapan ÖHD, birçok kentte yaptığı açıklamayla “'Umut hakkı'nı savunmak, barışı savunmaktır” dedi.   Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê, têkildarî “Mitînga Hêvî û Azadiyê” ku dê di 4’ê Çileyê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qada Stasyonê ya Amedê were lidarxistin, daxuyanî da.  Gelek hiqûqnas tev li daxuyaniyê bûn.    Metna daxuyaniyê ya bi Kurdî Hevserokê Şaxa OHD’ê Muhîttîn Muguç û ya bi Tirkî jî Rêvebera Navenda Giştî ya OHD’ê Adîle Salman xwend.    Di metna daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di sedemeke ku li Tirkiyeyê rêgeza dewleta hiqûqî bi rengekî sîstematîk tê binpêkirin, di serdemeke ku sepanên îstîsnaî û rewşa awarte êdî hatine mayindekirin de; taloqkirina aştî, civaka demokratîk û avakirina pêkvejiyanê êdî mecbûriyeteke hiqûqî û siyasî ye. Heta zemîna hiqûqî ya aştî, çareseriya demokratîk û edaleta civakî neyê avakirin, ne gengaz e ku Tirkiye û Rojhilata Navîn ji krîzên kûr ên siyasî, civakî û mirovî rizgar bibin. Tişta ji bo îro pêwîst ew e ku pergaleke hiqûq ne tê de ne qeydekî îstîsnayî lê weke hêmaneke sereke be û ne keyfiyet lê mafên mirovan diyarker bin.”   BIRYARA ‘MAFÊ HÊVIYÊ’ YA DMME’YÊ    Di berdewama daxuyaniyê de biryara DMME’yê ya têkildarî “Mafê hêviyê” hate bibîrxistin û hat gotin ku DMME’yê ji bo misogeriya vî mafî verastkirinên qanûnî ferz dike. Di berdewamê de hate diyarkirin ku bi ser vê biryara DMME’yê re 11 sal derbas bûne lê Tirkiyeyê tu verastkirinên qanûnî nekiriye, binpêkirina sîstematîk a li dijî bi hezaran girtiyan hatiye domandin.    ‘XISTINA MERIYETÊ YA MAFÊ HÊVIYÊ ERKA MECLISÊ YE’    Di berdewamê de hate gotin ku rejîma înfazê ya azadiyê înkar dike nikare hiqûqa aştiyê ava bike û daxuyanî wiha domiya: “Hiqûqê jî tenê weke amûra cezakirinê dibîne. Rejîmên înfazê yên bêdem û sepanên tecrîda girankirî, rûmeta mirov biçûk dixe, derfetên aştî û çareseriya civakî bi awayekî sîstematîk tune dike. Divê bi banga Konseya Ewropayê û biryarên DMME’yê bên cîbicîkirin, çarçoveyeke hiqûqî ya ku azadiyê esas digire û vê rewşa heyî bi dawî dike were avakirin. Ji bo vê jî divê Meclis tavilê verastkirinên yasayî yên mafê hêviyê misoger dike û azadiyê di navenda hiqûqê de bicih dike bixe meriyetê. Ev berpirsyartiya wê ye.”    OHD’ê, di daxuyaniya xwe de gotina Abdullah Ocalan a “Divê dewlet gava ji bo rêgeza hêviyê biavêje” bi bîr xist û got: “Cîbicîkirina mafê hêviyê; azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan; daxilkirina Kurdan û hemû derdorên civakî ya nava hiqûqê û avakirina hiqûqa entegrasyona demokratîk, şertên pêşîn ên aştiyeke rasteqîn û mayinde ne.”   MITÎNGA 4’Ê ÇILEYÊ   Daxuyanî, wiha bi dawî bû: “Di 4’ê Çileyê de li Amedê dê di çarçoveya vê berpirsyariyê de ‘Mitînga hêvî û azadiyê’ were lidarxistin. Ji bo mafê hêviyê weke berpirsyartiyeke hiqûqî û civakî bikeve meriyetê, ji bo xurtkirina îradeya aştî û çareseriya demokratîk, bangekî girîng e. Weke ÎHD’ê em dixwazin ku ‘mafê hêviyê’ tavilê bikeve meriyetê, biryarên DMME’ û Komîteya Li Dijî Îşkenceyê ya NY’ê bên cîbicîkirin, Meclis pêşniyarqanûnên têkildarî ‘mafê hêviyê’ demildest bigire rojeva xwe. Di vê çarçoveyê de; ji bo mafê hêviyê bikeve meriyetê, ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan, ji bo aştî bi temînatên hiqûqî ava bibe; em banga tevlibûna mitîngê li hemû hiqûqans, saziyên demokratîk û gelê xwe dikin. Parastina mafê hêviyê, parastina aştiyê ye.”    OHD’Ê LI GELEK BAJARÊN DIN JÎ BANGA TEVLIBÛNA MITÎNGÊ KIR    Di heman demê de şaxên OHD’ê yên bajarên Wan, Êlih, Riha, Enqere, Mêrdînê, Îzmîr, Stenbol, Edene, Mêrsîn, Antalya û Şirnexê jî daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de metna hevpar hate xwendin û banga tevlibûna “Mitînga Hêvî û Azadiyê” hate kirin.