Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin 2025-12-27 09:26:01 MÊRDÎN - Ji Mehmet Şerîf Înalê ku Serokkomar Erdogan a di sala 2005'an de ji bo dîtina wî soz dabû malbatê û gotibû "Teqez em ê wî bibînin" 20 sal in agahî nayê girtin. Lê malbat a ku 20 sal in têdikoşe hê jî bihêvî ye.    Mehmet Şerîf Înal (56) li Tezne yê navçeya Şemrex a Mêrdînê dijiya û di 11'ê Cotmeha 2005'an de piştî ku ji mala xwe derket winda bû. Înal ku çû nimêja terawihê, dû re çû depoya avê ya ku ew berpirsiyarê wê bû. Li gorî vegotinên şahidan, wesayîteke Renault Toros nêzîkî cihê ku depoyê bûye. Li gorî vegotina şahidan, di wesayîtê de 3 kesên çekdar û rûpoş bi cilên leşkerî hebûne û kevir avêtin gundiyên ku diçûn avê bînin û xwestine ku wan ji wir dûr bixînin. Piştre çend gule û 3 dengên korneyê hatine bihîstin û wesayît dûr ketiye. Piştî wê rojê, tu xeber ji Înal nehat wergirtin, çi mirî be çi sax. Malbata wî çû Qereqola Cendirmeyan a Şemrexê da ku wî bibîne, lê ji wan re hat gotin ku ger sê rojan tu xeber ji wî neyê girtin, lêgerîn dikare were destpêkirin. Piştî serlêdanên malbatê, dozgeriyê di roja sêyemîn de li cihê bûyerê lêkolîn kir, lê tu şopa Înal nedît. Dema ku malbatê lêgerîna xwe berdewam kir, fermandarê qereqola cendirmeyan ku wê demê wekî Kapîtan Mehmet Alî dihat nasîn, bi israr pirsî, wî bersiv da, "Bavê te her çi be sempatîzanekî PKK'ê bû. Ji bilî PKK'ê kes nikaribû wî bibira. Ew çû ba PKK'ê. Herin ji wan bipirsin." Li ser vê yekê, malbat bi fermandarê qereqolê re nîqaş kir û neçar man ku ji wir biçin.   ERDOGAN GOTIBÛ ‘EM Ê BIBÎNIN'   Malbata Înal di Tebaxa 2006'an de, deh meh piştî bûyerê, bi berdewamiya lêgerînê, ji merasîma vekirinê ya ku ji hêla Serokwezîrê wê demê Recep Tayyip Erdogan ve li Mêrdînê hat lidarxistin, derfetek bi dest xistin. Wan wêneyekî mezin ê bavê xwe kişand û çûn mîtîngê. Neytullah Înal, digel dêya xwe, wêneyê bavê xwe li mîtîngê nîşan da û diyar kir ku wan li ser vexwendina Erdogan hevdîtinek bi wî re kiriye. Înal bang li Erdogan kir û got: "Birêz Serokwezîr, we got ku di dema me de kuştin an windabûnên nediyar çênabin. Bavê min di dema hikûmeta we de winda bû. Wî bibînin." Erdogan bersiv da, "Ev tişt di dema me de qet çênabin. Teqez em ê bavê we bibînin."   Lêbelê, tevî ku 20 sal derbas bûne jî, ji Înal tu agahî nehatiye girtin. Neytullah Înal bûyerên der barê windabûna bavê xwe de gotin û daxwaz kir ku bavê wî, an jî ger hebib sûcdar bên dîtin.   Neytullah Înal diyar kir ku di dema lêgerîna bavê wî de wan hin şopên xwînê dîtine û got: "Hin porê bavê min ku me berê li malê veşartibû, hebû. Min û birayê min ew girtin û bi rêya posteyê ji bo testa DNA'yê şandin Saziya Tiba Edlî. Lêbelê, em paşê hîn bûn ku nimûneyên ku me şandine piştî ku me şandine ji posteyê hatine girtin û xistine dolaba dozger. Em difikirin ku pirsgirêk ji wir dest pê kiriye. Em bawer dikin ku dozger rastiyê dizanibû."   Înal diyar kir ku wan nameyek daye Erdogan ku rewşa bavê wî bi hûrgilî vedibêje. Înal bilêv kir ku piştî hevdîtina wan bi Erdogan re, wan sê meh ji Serokwezîrtiyê name wergirtine ku digotin "lêpirsînên me berdewam dikin". Înal wiha domand: "Piştî sê mehan, name rawestiyan. Berî wê, em çûn cem Abdulkadîr Aksu, yek ji wezîrên wê demê û rewşa xwe ji wî re şîrove kir. Wî bi rêya alîkarê xwe bi qereqola polîsan û ofîsa navendî re têkilî danî, li dora xwe pirsî. Lê wan bêtir lêkolîn nekir. Wan dozê girt."   ‘EM BI HÊVÎ NE'   Înal diyar kir ku ew çûne gelek cihan, serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Baroya Amedê dane û Serokê Baroya Amedm yê hat qetilkirin Tahir Elçî demeke dirêj bi doza wan re eleqedar bûye. Înal got: "Em dixwazin ew bê dîtin, çi dibe bila bibe. Dêya min ji ber xemgîniya mirina bavê min nêzîkî 40 roj berê koça dawî kir. Birayê min jî ji ber xemgîniya mirina bavê min xwîn çû ser mêjiyê wî. Ji ber vê yekê, ne Erdogan û ne jî Wezîrê Karên Hundir Abdulkadir Aksu alîkariya me nekirin." Înal destnîşan kir ku piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmeha 2016'an wan serlêdanên nû kirine lê tu encam bi dest nexistine û got: "Me di pêvajoya aştiyê ya berê de jî serlêdan kirin, lê me tu encam bi dest nexist. Hîn jî hêviya me di vê pêvajoyê de heye. Dibe ku tiştek jê derkeve. Em li bendê ne ku ew bê dîtin, mirî be an sax be. 20 sal derbas bûn. Dîsa jî, ji bo me hêvî heye. Saxbûna wî jî ji bo me hêviyek e. Em dixwazin di vê pêvajoyê de tiştek çêbibe."   MA / Ahmet Kanbal