Mêrdîn bi berfê xemilî 2025-12-29 09:43:36 MÊRDÎN - Ji şevê din ve ye li Mêrdînê berf dibare û di danê sibehê de bajêr bi berfê xemilî.  Ji şevê din ve ye li Mêrdînê berf dibare. Bi barîna berfê re bajêr, bi rengê spî xemilî. Ji ber barîna berfê, dibistanên bajêr ji bo rojekê ketin betlaneyê. Gelek welatiyên ku di danê sibehê de ji bo kar bi wesayîtên xwe bi rê ketin, di rê de zehmetî kişandin.    Li bajêr hêj jî berf dibare û di trafîkê de jî pirsgirêk tên jiyîn. Hat zanîn ku çendek qezayên biçûk çêbûn.    Li gorî rapora Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê dê di tevahiya rojê de berf bibare.