ENQERE – PSAKD'ê nerazîbûn nîşanî pêşniyara Devlet Bahçelî ya 'Bila Kurdek û Elewiyek bibe alîkarê serokkomar' da û got ku hemwelatiya wekhev dixwazin.
Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) der barê pêşniyara Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ya 'Bila Kurdek û Elewiyek bibe alîkarê serokkomar' de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de ku gotinên Bahçelî weke 'endezyariya siyasî ya ku nasnameyên etnîkî û olî dike amûr' hate pênasekirin û hat gotin, "Em vê zîhniyeta ku Îslama Tirk û Sûnî weke xwediyê dewletê dibîne red dikin û dixwazin bi yên 'qebûlkirî' re Kurd û Elewiyan tevlî sîstemê bikin. Em ne bazariyeke li ser temsîliyetê, lê welatîbûna wekhev dixwazin. Em komareke li ser bingeha welatîbûna wekhev dixwazin, ne rejîmeke ku li ser bawerî an jî nasnameyên etnîkî muzakere tê kirin; komareke laîk û demokratîk e. Hemwelatiya wekhev ne îmtiyaz e, lê mafekî bingehîn e ku ji aliyê zayînê ve tê. Yên dewletê bi rê ve dibin mecbûr in ku vî madî ava bikin. Em bi bawerî, nasname û zimanê xwe re wekhev in.”
DAXWAZ
Di berdewama daxuyaniyê de ev daxwaz hatin kirin;
“*Divê rêgeza laîsîzmê were parastin û di hemû polîtîkayên cemaweriyê de cih bigire.
*Lazim e daraz serbixwe be, mudaxaleyên siyasî neyên kirin.
*Lazim e zanîngeh xweser bin û liyakatî esas bê girtin.
*Lazim e dersên olî yên mecbûrî bên rakirin, tercîha baweriyê ji malbatan re bê hiştin.
*Divê Serokatiya Karê Diyanetê bê rakirin, li şûna wê avahiyeke ku wekhev nêzî hemû baweriyan dibe were avakirin.
*Lazim e Otela Madimak a Sêwasê bibe Muzeya Şermê.
*Divê dergahên Elew-Bektaşî bidin xwediyên wan ên rasteqîn.”