Prof. Kariane Westrheim: Divê konsey têkildarî 'mafê hêviyê' Tirkiyeyê têxe nava tevgerê

  • cîhan
  • 09:31 17 Îlon 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN- Seroka EUYCC'yê Karaine Westrheimê diyar kir ku helwesta Konseya Ewropayê ya der barê "mafê hêviyê" de qels e û got ku divê komîte zimanekî xurt pêş bixe ku Tirkiye tevbigere. 

 
Civîna ku ji aliyê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) ve di 15-17'ê Îlonê de hat lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de ye. Ji rojevên civînê yek jê "mafê hêviyê" yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Civan Boltan û Emîn Gurban ne. Di civînê de dê bê nirxand ku ka Tirkiye di vî warî gav avêtine yan na. 
 
Komîsyona Sivîl a Tirkiye ya Yekitiya Ewropayê (The EU Turkey Civic Commission-EUTCC) di 9'ê Îlonê de der barê biryara "mafê hêviyê" de nameyek ji nûnerên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE), nûnerên Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina Li Îşkenceyê (CPT) re şand. 
 
Nameya ku ji hêla Seroka Komîsyona Sivîl a Tirkiye ya Yekitiya Ewropayê (EUTCC) Prof. Kariane Westrheim ve hat îmzekirin, balê dikişîne ser plana çalakiyê ya herî dawî ya Tirkiyeyê ku pêşkêşî Komîteyê hatiye kirin û helwesta wê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ji "mafê hêviyê" bêpar in. Kariane Westrheimê bang li Tirkiyeyê kir ku ji bo bicihanîna biryarê gavan biavêje.
 
Kariane Westrheim der barê civîna Komîteyê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin kir.
 
Kariane Westrheimê diyar kir ku eger Tirkiye biryara Komîteyê bicîh neyne dê hin mueyîde bên pêkanîn û Komîte dikare biryarê vegerîne dadgehê û prosedureke binpêkirinê bide destpêkirin. Kariane Westrheimê got: "Prosedûra binpêkirinê pêvajoyek e ku tê de Komîsyona ewropî pêşî nameyek agahdarkirinê ya fermî dişîne da ku piştrast bike ku dewletên endam qanûna YE (Yekîtiya Ewropayê) bi rêkûpêk bicîh tînin. Prosedûra binpêkirinê pêvajoyek e ku tê de Komîsyon pêşî nameyeke agahdarkirinê ya fermî dişîne da ku piştrast bike ku dewletên endam qanûna YE'yê bi rêkûpêk bicîh tînin û dûv re heke binpêkirin berdewam bike, nêrîneke maqûl pêşkêş dike. Ger dewletek endam, wekî Tirkiye, hîn jî bi vê biryarê re tevnegere, Komîsyon dikare dozê bişîne dadgehê; mînak, Dîwana Edaletê ya YE'yê ku dikare cezayên darayî pêk bîne."
 
'ÇALAKIYÊN KOMÎTEYÊ PIR KÊM IN'
 
Kariane Westrheimê destnîşan kir ku ji bo Komîteyê girîng e ku demên dawîn ên zelal ji bo Tirkiyeyê destnîşan bike da ku vê carê gavên taybetî biavêje, wekî sererastkirina qanûnên li ser cezayê muebeda girankirî ku berdana "bişert" tê de hene yan jî guherîna qanûna darazê yan jî vekolîna wê dihewîne. Kariane Westrheimê got: "Lêbelê, heta niha, me ji Komîteyê pir kêm çalakî û zimaneki pir qels dîtiye. Divê Komîteya Wezîran amade be ku hêzê bide pişt daxwazên xwe û hêza xwe ya siyasî nîşan bide. Zimanekî dîplomatîk ê xurttir dikare bê bikaranîn û ji Tirkiyeyê bê xwestin ku gav biavêje."
 
‘DIBE KU PÊVAJOYA ENDAMTIYÊ BI TEMAMÎ BÊ SEKINANDIN'
 
Kariane Westrheimê li ser encamên dûr û dirêj ên nepejirandina pêşniyazên Komîteyê ji aliyê Tirkiyeyê ve sekinî û got: "Ji bo nimûne, dibe ku encamên siyasî hebin, wekî mînak Tirkiye mafê dengdanê winda bike yan jî hîn girîngtir, endametiya xwe di Konseya Ewropayê de. Em dikarin bibêjin ku nepejirandina biryara dadgehê ya 2014'an ji aliyê Tirkiyeyê ve nîşan dide ku Tirkiye ne dewletek e ku bi serweriya hiqûqê tê birêvebirin. Tirkiye dikare di têkiliyên xwe yên bi YE'yê re, hem ji hêla aborî ve û hem jî ji hêla danûstandinên siyasî û dîplomatîk ve, bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû bimîne. Pêvajoya tevlêbûna YE'yê ya Tirkiyeyê jî dikare bi tevahî raweste."
 
‘BANGAWAZÎ TÊR NAKE'
 
Kariane Westrheimê diyar kir ku helwesta Komîteya Wezîran di vê qonaxê de qels e û got: "Heke ew ne bihêz bin, çima em hewceyê Komîteya Wezîran in? Tenê bangkirina li Tirkiyeyê ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê an pêşniyaza ku Komîteya Wezîran salek berê daye bicîh bîne têrê nake. Vê carê, Komîte divê ji bo pêkanîna tevdîrên gengaz zextê bike. Di plana çalakiyê de ku di 27'ê Hezîranê de pêşkêşî Komîteyê hatiye kirin, Tirkiyeyê ji Komîteyê re bi bîr xist ku girtiyên ku cezayê muebeda girankirî li wan hatiye birîn nikarin ji 'mafê hêviyê' sûd wergirin. Îhtîmalek heye ku biryara demkî ya Komîteyê careke din neyê bicîhanîn. Her çend Tirkiye soz bide ku qanûnê biguherîne jî, em dizanin ku bicîhanîn dê dem bigire, hem bi rêya dadgehan, rêveberiya girtîgehan, mekanîzmayên nirxandinê û gelek saziyên din ên ku di pêvajoyên wiha de beşdar in. Wekî din, dê dijwarîyên qanûnî û berxwedana siyasî hebin. Dibe ku gelek kes li dijî vê yekê derkevin û hewl bidin ku pêvajoyê bi rengekî rawestînin."
 
‘ROLA OCALAN'
 
Kariane Westrheimê bilêv kir ku mueyîdeyên komîteyê sînordar in û got: "Di vê pêvajoyê de, em hewceyê çalakiyek bilez in. Ji ber ku PKK û gerîla her tişta ku ji destê wan hat kirine. Kiryarên Tirkiyeyê yên li dijî pêvajoyê pir qels in. Bi bangên birêz Ocalan, bangên wî yên curbicur ji bo hilweşandin û bêçekkirina PKK'ê û hesasiyeta hem PKK'ê û hem jî hêzên parastinê li ser vê mijarê, rola birêz Ocalan di vê pêvajoyê de bivênevê ye. Bangên birêz Ocalan bersivek bûn ji bo hewldana yekem a rayedaran a ji bo diyalogê. Ji ber vê yekê, ji bo ku pêvajoyeke pêşerojê bibe rastî, divê şert û mercên azad ji bo birêz Ocalan hebin. Di vî warî de, pêkanîna mafê wî yê hêviyê dibe cihê girîngiyeke mezin." 
 
Kariane Westrheimê destnîşan kir ku Tirkiye gelek caran behsa diyalog û biratiyê dike lê niha bêdeng dimîne û bi awayekî ku li dijî daxuyaniyên xwe tevdigere û got: "Niha komîsyonek ji bo danîna rêgezên ji bo pêşerojê dixebite. Em ê bibînin ka ji pêşniyazên wan çi derdikeve holê. Kurd çareseriyeke aştiyane dixwazin. Lêbelê, heke di nêzîkatiya siyaseta Erdogan û AKP-MHP'ê de guhertinên radîkal çêbibin û heke mafê hêviyê bênaskirin, birêz Erdogan dikare beşdarî vê yekê bibe."
 
‘DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN'
 
Kariane Westrheimê anî ziman ku ji ber ku ew ne di civîna Komîteyê de ne ew nizanin kîjan endam li pişta biryara demkî ne yan jî li dijî wê ne û got: "Li çaraliyê cîhanê gelek hewldan hene. Hûn hewldanên 88 xwediyên Xelata Nobelê dibînin; ew bang li Yekîtiya Ewropayê, Komîteya Wezîran, Konseya Ewropayê û Erdogan dikin. Lê heta niha, ji dewleta Tirkiyeyê tu bersivek nehatiye. Ez difikirim ku em tenê dikarin bêyî dev jê berdin têkoşînê bidomînin. Kî dizane, dibe ku di demeke nêzîk de yan jî di pêşerojeke dûr de tiştek bibe. Û ez hêvî dikim ku ew ê di berjewendiya gelê Kurd de be."
 
MA / Hîvda Çelebî

Sernavên din

17:08 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê Meclis tavilê ‘mafê hêviyê’ bigire rojeva xwe û bibe yasa
16:30 Bi sedhezaran kes li Fransayê daketin qadan
16:26 Rûspiyên Eyn Îsayê: Em bi HSD’ê re ne
16:20 Eren Keskîn: Dema komîteyê daye pir dirêj e
16:05 ‘Divê Komîteya Wezîran gavên lez û bibandor biavêje’
15:28 Civîna 11’an a komîsyonê: Lêgerîna aştiyê ya Kurdan tenê bêdengbûna çekan nîne
15:07 Komeleya Hîzbûllahî li komîsyonê provokasyon kir: DEM Partiyê eywan terikand
14:24 Doza 19 rojnamegeran: Dê li 10 şahidan neyê guhdarîkirin, qedexeya derketina derve nehat rakirin
14:03 Bedirhanoglû ji komîsyonê re got: Rêveberiya xwecihî dixwazim
13:42 Ahmet Temîz piştî 31 salan hate berdan
13:06 Îddia: Midûra girtîgehê ji bo paşeroja xwe ya tarî veşêre tehliyeyan taloq dike
12:53 Dayikên Aştiyê amadekariya konferansê dikin
12:49 KE’yê ji bo berdana Demîrtaş bang kir
11:58 Di meşa ‘Mafê hêviyê’ ya li Amedê de daxwazên derketin pêş
11:51 Civîna 11’an a komîsyona li Meclisê dest pê kir
11:06 Ji Komîteya Wezîran biryara navberê: Dem da Tirkiyeyê, bal kişand ser komîsyonê
10:56 Welatiyên Wanê: Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e
10:48 Qeyûmê Wanê gavên provokator diavêje
10:24 Li Gimgimê dema komkirina hingiv e: Îsal hem hingiv hem jî qelîte kêm e
09:53 Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hat aşkerakirin
09:07 Hûrgiliyên çûnûhatina dîplomasiya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê
09:06 ‘Pêvajoyeke çareseriyê ya ku jin tê de jiyana hevbeş misoger dike'
09:04 Jiyana di şert û mercên erdhejê de pirsgirêkên tenduristiyê zêde kirin
09:03 Piştî projeyên rantê hatin redkirin, dest bi reşkirina DEM Partiyê kirin
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2025'AN
17/09/2025
20:41 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Mafê hêviyê ji bo entegrasyona demokratîk mifteyeke girîng e
19:55 Li Wanê bi hezaran kes ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
18:45 Di civîna komisyona meclisê de akademisyen hatin guhdarîkirin
16:57 Şaredarê Bayrampaşayê ji peywirê hate girtin
16:56 Hikûmeta demkî ya Nepalê şîna neteweyî ragihand
16:46 Tehliyeya Belgîn Kanatê hate astengkirin
16:39 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya Ocalan daketin qadan
16:29 Li Wanê ji bo meşê banga dawî
16:27 Rejîma Îranê di 3 salan de 2 hezar û 910 kes darve kir
15:49 Kurtulmuş: Divê em destê xwe lez bigirin
15:34 Ji hunermendan çalakiya ‘Civakîkirina aştiyê’
15:26 Nehiştin Demîr ê 30 sal in girtî ye tev li torena cenazeyê birayê xwe bibe
15:19 Komkujiya li Êlihê hate protestokirin
15:02 Ji bo doza ‘Lihevkirina bajar’ bang hate kirin
14:53 Rêxistinên mafên mirovan ji bo Zeyneb Celaliyan bang kirin
14:20 Civîna 10’an a komîsyonê dest pê kir
14:03 Ji Zeyneb Celaliyan name: Li dijî zilmê bêdeng nemînin
14:01 Abdullah Ocalan: Pêvajo gihiştiye qonaxa çareseriya hiqûqî
13:34 Xeta ‘Alo Şîddet’ê ku qeyûm girtibû dîsa hate vekirin
13:23 Biryara AYM’ê tune tê hesibandin: 'Dewriyaya dijîtal' 25 hesab asteng kir
13:15 Li Mêrdînê êriş li bijîşkekî hate kirin
13:10 Danişîna bersûcê hewl da Z.Ş. qetil bike hate taloqkirin
13:05 DBP’ê banga ‘Mafê hêviyê’ li hikûmetê kir: Biryarê bicih bînin
13:03 ‘Divê komîsyon li Ocalan guhdarî bike û li ser sererastkirina yasayan biaxive’
11:57 Dayika Kazanhan ji dadgehê re got: Gelo hûn kujer vedişêrin?
11:30 Profesorê Îranî Dabashi: Banga Ocalanê zana dê li ser herêmê bandoreke mayinde bike
10:54 Cîgirê Şaredarê Koycegîzê Ornek hate binçavkirin
10:53 Li Mûglayê şewata daristanê
10:27 Serokeşîrên Ereban: Peyama Ocalan xwişk-biratiya gelan xurt dike
10:19 Mûsa Anter dê li Amed û Mêrdînê bê bibîranîn
09:52 Ocalan koça ber bi Ewropayê ve rexne kir: Polîtîkayeke koçberkirinê ya bi zanebûn e
09:35 Nêzî salekê ye di navbera Amed-Wanê de li edaletê digere: 'Çi bi serê Rojînê hat?'
09:32 Bendewariya xizmên girtiyan ji pêvajoyê: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan
09:31 Prof. Kariane Westrheim: Divê konsey têkildarî 'mafê hêviyê' Tirkiyeyê têxe nava tevgerê
09:30 Tirkiye li Sûriyeyê êgir gur dike
09:26 Çakmak ê HDK'î: Armanca sereke civakîbûna aştiyê ye
09:15 Bavê Şerzan Kurt: Hêviya me ji pêvajoyê heye, em wekheviyê dixwazin
09:11 Huseyin Tosû: Divê bendên li ber mafê perwerdehiya zimanê dayikê bên rakirin
09:09 Cîhana dengbêjên çavên wan nabînin: Xewnên Tarî
09:05 Pirtûkxaneya zanîngehê tahsîsî walîtiyê hat kirin
09:03 Parêzer Tekîn: Divê komîte ji bo 'mafê hêviyê' zorê bide Tirkiyeyê
09:02 ATK'ê ji girtiyên ji sedî 94 astengdar re got: Te çima li dijî DAIŞ'ê şer kir?
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2025'AN
16/09/2025
16:51 'Azadiya Ocalan azadiya civakê ye’
16:40 Di doza HDK’ê de biryara beraet û ‘sekinandina teqîbatê’ hat dayin
15:37 ‘‘Jin, Jiyan, Azadî' ji dilê Kurdistanê derket û bû dengê hevpar ê xeyala azadiyê’
15:23 Li Wanê banga ji bo meşê: Divê Ocalan azad bibe
15:10 Li Tirkiyeyê cara ewil li ser formayê tîmekê dirûşma bi Kurdî cih girt
15:03 Li Gazî Yaşargîlê tundiya li dijî tenduristvanan hate protestokirin
14:58 Bernameya Sûrfestê diyar bû
14:40 Li Seqizê greva giştî ya ‘Jîna Emînî’
14:32 OHD’ê bang li Meclisê kir: Bila Kurdî bibe zimanê fermî
14:30 Ji Rojava bo jinan: Em ruhê şoreşê zindî bihêlin
14:28 Piştî Jîna Emîniyê: Hat fêmkirin ku bêyî azadiya jinan azadiya mêran ne pêkan e
14:14 Pirtûkên girtiyan bi hinceta ‘ewlehiyê’ nayên dayin
13:35 ‘Jin, jiyan, azadî manîfestoya jiyana azad e’
13:30 ‘Efû’ya rejîma Îranê dê ji bo girtiyên siyasî derbasdar nebe
13:25 Di 16 rojan de li Sûriyeyê 13 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
13:22 Banga tevlibûna meşê: Rêya aştiyê ji azadiya Ocalan derbas dibe
12:36 Filistînê ji bo Xezeyê bang li civaka navneteweyî kir
12:33 ‘Têkoşîna Jîna Emînî pêşengtiya jinan kir’
12:24 Li pêşiya KE’yê çalakî: ‘Mafê hêviyê’ cîbicî bikin
12:12 Li Dêrsimê xetereya erdhej, hezaz û lehiyan
11:41 Bavê girtiyê nexweş ê mafê wî yê hêviyê nayê cîbicîkirin: Ev îşkence ye
11:10 Jinên Meksîkayî ji bo ‘mafê hêviyê’ çalakî li adr xistin
11:05 Ji bo meşa Amedê bang: Em azadiya Ocalan biqîrin
10:56 Hinceta taloqkirina tehliyeya Mizrakli: Ji rêxistinê veneqetiyaye!
10:44 Ji Komîteya Wezîran re name: Di mijara ‘mafê hêviyê’ de peyama zelal bide
10:34 Endama Koordînasyona KJAR’ê: Li Rojhilat û Îranê xeteke nû ya têkoşînê heye
09:49 Îsraîlê li dijî Xezeyê operasyona bejahî da destpêkirin
09:35 Li Amedê xebatên ji bo meşa ‘mafê hêviyê’ didomin
09:30 Li Çiyayê Gabarê gefeke nû: 114 bîrên sondajê yên nû tên vekirin
09:19 Li Gilîdaxê pirsgirêka sergoyê
09:00 ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2025’AN
15/09/2025
19:54 Kampanyaya ‘Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin’ hat destpêkirin