Nêzî salekê ye di navbera Amed-Wanê de li edaletê digere: 'Çi bi serê Rojînê hat?'

  • rojane
  • 09:35 17 Îlon 2025
  • |
img

WAN - Bav Nîzamettîn Kabaîş ku nêzî salek e ji bo aqûbeta keça xwe pirsa "Çi bi serê Rojînê hat?" dike, heya niha 14 caran ji Amedê hatiye Wanê û doza edaletê dike. 

 
Mirina gumanbar a Rojîn Kabaîş (21), xwendekara pola yekem a Beşa Pêşveçûna Zarokan a Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê, hîn jî di rojevê de ye. Rojîn Kabaîş gava di 27'ê Îlona 2024'an de ji wargeha xwe derket pê ve, tu xeber ji wê nehat girtin. Cenazeyê wê di 15'ê Cotmeha heman salê de li Taxa Molla Kasim li peravên Gola Wanê hat dîtin. Salek di ser bûyerê re derbas bûye, lê hê jî biryara nepenîtiyê li ser dosyeyê heye û bi vê re gelek pirs bê bersiv mane. Malbata Kabaîş, bêwestan ji bo eşkerekirina aqûbeta keça xwe têkoşîna xwe didomîne.
 
Malbat, di salekê de 14 caran hatiye Wanê û li vir bi sazî û rêxistinên civaka sivîl re hevdîtin pêk aniye û hema bêje di salekê de 100 rojên wê li Edliyeya Wanê û kuçeyên bajêr derbas bûye. Bav Nîzamettîn Kabaîş, di vê çûnhatinê de li aliyekî bi dozgerê dosyeyê re hevdîtin pêk anîne, li aliyê din jî çûye baroyê, zanîngehê û gundê ku Rojîn lê winda bûye û li aqûbeta keça xwe pirsiye. 
 
Ligel nêzîkbûna salvegera yekem a windabûna Rojînê, bav Nizamettîn Kabaîş, li Wanê lêgerîna xwe ya edaletê didomîne. Kabaîş got: "Ger doz neyê çareserkirin, ez ê li vir bi tevahiya malbata xwe re li ber dozgeriyê (edliyeyê) rûnim. Ger ez li vir encamekê negirim, ez ê her roj li ber avahiya meclisê rûnim û bipirsim, 'Çi bi serê Rojînê de hat?'"
 
‘SALEK E EM ÊŞEKE GIRAN DIKIŞÎNIN'  
 
Kabaîş, bilêv kir wan di salekê de êşeke giran kişandiye û got: "Ez îsal 14 caran ji bo hevdîtinan hatim Wanê. Malbata min jî bi min re hat vir. Di dosyeyê de nimûneyên DNA'yê yên du kesan hene, lê kesekî girtî tune ye. Nîşanên êrişê û gelek tiştên din hene, lê dosye hîn jî di bin biryara nepenîtiyê de ye. Parêzerên me nikarin bigihîjin dosyeyê, ew nikarin daxuyaniyan bidin û ev yek me dixe nav tengasiyê. Ger biryara nepenîtiyê bê rakirin û em bibînin ka di dosyayê de çi heye, em ê karibin bêhna xwe vedin. Em êdî nikarin tehemûl bikin. Ez di nîvê şevê de şiyar dibim û dipirsim, 'Çi bi serê Rojînê de hat?' Çi bi serê xwendekareke sê rojî hat? Em gelek caran hatine dozgeriyê û me heman pirs pirsiye, lê me bersivek negirtiye. Çima ev doz li zanîngeheke bi ewqas teknîk lê heye, nayê çareserkirin? Li her derê kamera hene, lê em xwe nagihînin tu daneyan." 
 
‘2 SAZIYÊN DEWLETÊ SER SÛC DINIXUMÎNIN'  
 
Kabaîş, diyar kir ku Rojîn hatiye kuştin û hewl hatiye dayîn ku ser bûyerê bê nixumandin û got: "Ji ber ku Zanîngeh û Rêveberiya Wargehan du saziyên dewletê ne, sûcên wan tên veşartin û ew piştgiriyê didin hev. Min hevkariya di navbera van her du saziyan de di şeva otopsiyê de kifş kir. Ev sazî, tevî rektor, hatin û beşdarî otopsiyê bûn. Heta wê demê jî, wan gef li min xwarin û ji min re gotin ku keça min xwe kuştiye. Çawa bavek dikare were û dema ku ew xemgîn be û meriv jê re bêje keça te xwe kuştiye? Her kesî bi yekdengî qebûl kir ku wê xwe kuştiye. Min qet bawer nekir û min ev mijar anî ziman. Divê kes ji min re nebêje, 'Keça min xwe kuştiye.' Keça min xwe nekuştiye; wan ew kuştiye. Nimûneyên DNA'yê yên du kesan li ser keça min hene. DNA'ya 200 kesan hat lêkolînkirin, lê derket holê ku ew ne DNA'ya hevalên wê, ne jî ya kesekî nêzîkî wê ye. Ji ber ku ew DNA, DNA'ya kujeran e. Du kujer hene û wan zirar daye keça min."
 
‘DI DOZA ROJÎNÊ DE HER KES BÊDENG E'  
 
Kabaîş, diyar kir ku salek e ku mirov li ber doza Rojînê bêdeng in û têra xwe deng nehatiye derxistin. Bav Kabîş got: "Ne çapemeniyê û ne jî siyasetmedar rola xwe di doza Rojînê de nalîzin. Ji bilî DEM Partiyê, kes vê mijarê li meclisê nayne ziman. Ango, kes napirse çima aqûbeta Rojînê salek e nehatiye eşkerekirin û kes dengê xwe dernaxe. Çima civak ewqas bêdeng e? Daxuyaniyên hatine dayîn têrê nakin. Dozger ji min re got, 'Li ser cilên Rojînê xwîn heye.' Ger xwîn hebe, çima salek e te negotiye û ew a kê ye? Her wiha li ling, qirik û pişta Rojînê birîn hene, lê ev yek ciddî nayên girtin. Em gelek êşê dikişînin... Ez çûm her derê da ku daxuyaniyekê bidim û nerazîbûnekê nîşan bidim da ku dengê Rojînê bê bihîstin. Min her rê ceriband da ku ew deng bê bihîstin. Îro, ez cara 14'an e hatime Wanê. Ez diçim her derê, cem dozger, rektor, baroyê. Ez 380 kîlometre rêwîtî dikim, lê rektor carekê jî bi me re hevdîtin nekiriye. Divê rektor bersiva pirsa "Çi bi serê Rojînê de hat?" bide. Rektor dizane şeva bûyerê çi qewimiye. Ez wî efû nakim. Rojîn xwendekara te bû, lê qet gazî min nekir. Ji min re gotin ku kamerayên li wir xerabe ne. Kamera me xerabe bûn, wan dîmen jêbirin."
 
‘EZ Ê HER ROJ JI DEWLETÊ BIPIRSIM'  
 
Kabaîş, Gulistan Dokûyê bi bîr anî û got: "Wan Gulistanê jî wekî Rojînê winda kiriye û ew hîn jî winda ye. Wan şopa Gulistanê winda kir, lê ez ê tu carî nehêlim Rojîn bê jibîrkirin. Ez ê heta ku dilopeke xwîn di laşê min de bimîne bitêkoşim. Her roj, ez ê ji dewletê bipirsim, 'Çi bi Rojînê hat?' Ger keça min ji mala min winda bûbûya, ew ê me hemûyan bigirta û ji min bipirsiya ka ew çawa winda bûye. Ji ber vê yekê, çima îro ji zanîngehê re tiştek nayê gotin? Çima nayê girtin? Xemsariya zanîngehê bû sedema mirina keça min. Zanîngeh û rêveberiya wargehê ji mirina keça min berpirsiyar in. Xewnên keça min nîvco man. Rojîn ne kesek wiha bû ku xwe bikuje. Çiqas israr bikin jî, keça min xwe nekuştiye; divê kes bi me re li ser xwekuştinê neaxive."
 
HEYA KENGÎ? 
 
Kabaîş bilêv kir ku eger rastiyên dozê neyên eşkerekirin, ew ê li ber meclisê çalakiya rûniştinê bide destpêkirin û wiha domand: "Tevahiya malbata me dê li vir rûnê, pêşî li ber dozgeriyê û heke ne li vir be, wê hingê li ber avahiya meclisê. Ez ê her roj li vir rûnim û bipirsim, 'Çi bi serê Rojînê de hat?' Rojînê çi kir ku bû sedema mirina wê? Parlamenter, siyasetmedar û raya giştî divê biaxivin. Ma dê ax, kevir û dar biaxivin? Kî dê rave bike ka çi bi serê Rojînê de hatiye? Dewlet dê heta kengî li me temaşe bike? Em salek e êşê dikişînin. Saziyên xemsar hewl didin ku vê yekê veşêrin. Ev doz nayê girtin û rastî çi dibe bila bibe, ew ê derkeve holê. Cara dawî ku min ew dît, dozger got, 'Me tiştek dît, û DNA'ya du kesan heye. Em ê bê guman tiştekî bibînin.' DNA'ya du kesan, şopa tiliyên du kesan li ser telefona Rojînê û di otomobîla spî de ku çûbû gund du kes hebûn. Ev hemû peyamekê didin me. Divê her kes li ser vê rewşê bisekine. Niha, bersiva tu pirseke li ser dosyeyê tune ye."
 
MA / Adnan Bîlen - Ozlem Yacan  

Sernavên din

17:08 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê Meclis tavilê ‘mafê hêviyê’ bigire rojeva xwe û bibe yasa
16:30 Bi sedhezaran kes li Fransayê daketin qadan
16:26 Rûspiyên Eyn Îsayê: Em bi HSD’ê re ne
16:20 Eren Keskîn: Dema komîteyê daye pir dirêj e
16:05 ‘Divê Komîteya Wezîran gavên lez û bibandor biavêje’
15:28 Civîna 11’an a komîsyonê: Lêgerîna aştiyê ya Kurdan tenê bêdengbûna çekan nîne
15:07 Komeleya Hîzbûllahî li komîsyonê provokasyon kir: DEM Partiyê eywan terikand
14:24 Doza 19 rojnamegeran: Dê li 10 şahidan neyê guhdarîkirin, qedexeya derketina derve nehat rakirin
14:03 Bedirhanoglû ji komîsyonê re got: Rêveberiya xwecihî dixwazim
13:42 Ahmet Temîz piştî 31 salan hate berdan
13:06 Îddia: Midûra girtîgehê ji bo paşeroja xwe ya tarî veşêre tehliyeyan taloq dike
12:53 Dayikên Aştiyê amadekariya konferansê dikin
12:49 KE’yê ji bo berdana Demîrtaş bang kir
11:58 Di meşa ‘Mafê hêviyê’ ya li Amedê de daxwazên derketin pêş
11:51 Civîna 11’an a komîsyona li Meclisê dest pê kir
11:06 Ji Komîteya Wezîran biryara navberê: Dem da Tirkiyeyê, bal kişand ser komîsyonê
10:56 Welatiyên Wanê: Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e
10:48 Qeyûmê Wanê gavên provokator diavêje
10:24 Li Gimgimê dema komkirina hingiv e: Îsal hem hingiv hem jî qelîte kêm e
09:53 Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hat aşkerakirin
09:07 Hûrgiliyên çûnûhatina dîplomasiya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê
09:06 ‘Pêvajoyeke çareseriyê ya ku jin tê de jiyana hevbeş misoger dike'
09:04 Jiyana di şert û mercên erdhejê de pirsgirêkên tenduristiyê zêde kirin
09:03 Piştî projeyên rantê hatin redkirin, dest bi reşkirina DEM Partiyê kirin
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2025'AN
17/09/2025
20:41 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Mafê hêviyê ji bo entegrasyona demokratîk mifteyeke girîng e
19:55 Li Wanê bi hezaran kes ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
18:45 Di civîna komisyona meclisê de akademisyen hatin guhdarîkirin
16:57 Şaredarê Bayrampaşayê ji peywirê hate girtin
16:56 Hikûmeta demkî ya Nepalê şîna neteweyî ragihand
16:46 Tehliyeya Belgîn Kanatê hate astengkirin
16:39 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya Ocalan daketin qadan
16:29 Li Wanê ji bo meşê banga dawî
16:27 Rejîma Îranê di 3 salan de 2 hezar û 910 kes darve kir
15:49 Kurtulmuş: Divê em destê xwe lez bigirin
15:34 Ji hunermendan çalakiya ‘Civakîkirina aştiyê’
15:26 Nehiştin Demîr ê 30 sal in girtî ye tev li torena cenazeyê birayê xwe bibe
15:19 Komkujiya li Êlihê hate protestokirin
15:02 Ji bo doza ‘Lihevkirina bajar’ bang hate kirin
14:53 Rêxistinên mafên mirovan ji bo Zeyneb Celaliyan bang kirin
14:20 Civîna 10’an a komîsyonê dest pê kir
14:03 Ji Zeyneb Celaliyan name: Li dijî zilmê bêdeng nemînin
14:01 Abdullah Ocalan: Pêvajo gihiştiye qonaxa çareseriya hiqûqî
13:34 Xeta ‘Alo Şîddet’ê ku qeyûm girtibû dîsa hate vekirin
13:23 Biryara AYM’ê tune tê hesibandin: 'Dewriyaya dijîtal' 25 hesab asteng kir
13:15 Li Mêrdînê êriş li bijîşkekî hate kirin
13:10 Danişîna bersûcê hewl da Z.Ş. qetil bike hate taloqkirin
13:05 DBP’ê banga ‘Mafê hêviyê’ li hikûmetê kir: Biryarê bicih bînin
13:03 ‘Divê komîsyon li Ocalan guhdarî bike û li ser sererastkirina yasayan biaxive’
11:57 Dayika Kazanhan ji dadgehê re got: Gelo hûn kujer vedişêrin?
11:30 Profesorê Îranî Dabashi: Banga Ocalanê zana dê li ser herêmê bandoreke mayinde bike
10:54 Cîgirê Şaredarê Koycegîzê Ornek hate binçavkirin
10:53 Li Mûglayê şewata daristanê
10:27 Serokeşîrên Ereban: Peyama Ocalan xwişk-biratiya gelan xurt dike
10:19 Mûsa Anter dê li Amed û Mêrdînê bê bibîranîn
09:52 Ocalan koça ber bi Ewropayê ve rexne kir: Polîtîkayeke koçberkirinê ya bi zanebûn e
09:35 Nêzî salekê ye di navbera Amed-Wanê de li edaletê digere: 'Çi bi serê Rojînê hat?'
09:32 Bendewariya xizmên girtiyan ji pêvajoyê: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan
09:31 Prof. Kariane Westrheim: Divê konsey têkildarî 'mafê hêviyê' Tirkiyeyê têxe nava tevgerê
09:30 Tirkiye li Sûriyeyê êgir gur dike
09:26 Çakmak ê HDK'î: Armanca sereke civakîbûna aştiyê ye
09:15 Bavê Şerzan Kurt: Hêviya me ji pêvajoyê heye, em wekheviyê dixwazin
09:11 Huseyin Tosû: Divê bendên li ber mafê perwerdehiya zimanê dayikê bên rakirin
09:09 Cîhana dengbêjên çavên wan nabînin: Xewnên Tarî
09:05 Pirtûkxaneya zanîngehê tahsîsî walîtiyê hat kirin
09:03 Parêzer Tekîn: Divê komîte ji bo 'mafê hêviyê' zorê bide Tirkiyeyê
09:02 ATK'ê ji girtiyên ji sedî 94 astengdar re got: Te çima li dijî DAIŞ'ê şer kir?
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2025'AN
16/09/2025
16:51 'Azadiya Ocalan azadiya civakê ye’
16:40 Di doza HDK’ê de biryara beraet û ‘sekinandina teqîbatê’ hat dayin
15:37 ‘‘Jin, Jiyan, Azadî' ji dilê Kurdistanê derket û bû dengê hevpar ê xeyala azadiyê’
15:23 Li Wanê banga ji bo meşê: Divê Ocalan azad bibe
15:10 Li Tirkiyeyê cara ewil li ser formayê tîmekê dirûşma bi Kurdî cih girt
15:03 Li Gazî Yaşargîlê tundiya li dijî tenduristvanan hate protestokirin
14:58 Bernameya Sûrfestê diyar bû
14:40 Li Seqizê greva giştî ya ‘Jîna Emînî’
14:32 OHD’ê bang li Meclisê kir: Bila Kurdî bibe zimanê fermî
14:30 Ji Rojava bo jinan: Em ruhê şoreşê zindî bihêlin
14:28 Piştî Jîna Emîniyê: Hat fêmkirin ku bêyî azadiya jinan azadiya mêran ne pêkan e
14:14 Pirtûkên girtiyan bi hinceta ‘ewlehiyê’ nayên dayin
13:35 ‘Jin, jiyan, azadî manîfestoya jiyana azad e’
13:30 ‘Efû’ya rejîma Îranê dê ji bo girtiyên siyasî derbasdar nebe
13:25 Di 16 rojan de li Sûriyeyê 13 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
13:22 Banga tevlibûna meşê: Rêya aştiyê ji azadiya Ocalan derbas dibe
12:36 Filistînê ji bo Xezeyê bang li civaka navneteweyî kir
12:33 ‘Têkoşîna Jîna Emînî pêşengtiya jinan kir’
12:24 Li pêşiya KE’yê çalakî: ‘Mafê hêviyê’ cîbicî bikin
12:12 Li Dêrsimê xetereya erdhej, hezaz û lehiyan
11:41 Bavê girtiyê nexweş ê mafê wî yê hêviyê nayê cîbicîkirin: Ev îşkence ye
11:10 Jinên Meksîkayî ji bo ‘mafê hêviyê’ çalakî li adr xistin
11:05 Ji bo meşa Amedê bang: Em azadiya Ocalan biqîrin
10:56 Hinceta taloqkirina tehliyeya Mizrakli: Ji rêxistinê veneqetiyaye!
10:44 Ji Komîteya Wezîran re name: Di mijara ‘mafê hêviyê’ de peyama zelal bide
10:34 Endama Koordînasyona KJAR’ê: Li Rojhilat û Îranê xeteke nû ya têkoşînê heye
09:49 Îsraîlê li dijî Xezeyê operasyona bejahî da destpêkirin
09:35 Li Amedê xebatên ji bo meşa ‘mafê hêviyê’ didomin
09:30 Li Çiyayê Gabarê gefeke nû: 114 bîrên sondajê yên nû tên vekirin
09:19 Li Gilîdaxê pirsgirêka sergoyê
09:00 ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2025’AN
15/09/2025
19:54 Kampanyaya ‘Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin’ hat destpêkirin