ENQERE - Nûnera DOGUNKAD’ê Ozlem Kulahçi Tanaman di civîna komîsyona li Meclisê de axivî û got ku lêgerîna aştiyê ya Kurdan ne tenê bêdengbûna çekan e û hevgirtina civakî ya aştiyeke birûmet, temînata herî xurt e.
Civîna 11’an a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya bi mebesta çareserkirina pirsgirêka Kurd li Meclisê hatiye avakirin, didome. Di civînê de li nûnerên komele û weqfan tê guhdarîkirin. Di rûniştina ewil a civînê de Nûnera Komeleya Karmendên Jin a Rojhilat û Başûrrojhilat (DOGUNKAD) Ozlem Kulahçi Tanaman axivî. Ozlem Kulahçi Tanaman, diyar kir ku lêgerîna aştiyê ya gelê Kurd ne tenê bêdengbûna çekan e lê di heman demê de bicihanîna daxwazên hemwelatiya wekhev û mafên sereke ye.
Ozlem Kulahçi Tanaman, destnîşan kir ku pevçûn ne tenê siyasetê lê di heman demê de bandoreke giran li ser jiyana civakî, çand, perwerde û aboriyê jî kiriye û got: “Tiştên hatine jiyîn bandoreke mezin li ser her derdora civakî kir. Mixabin di vê pêvajoyê de herî zêde em jin bibandor bûn. Tirkiye, salên dirêj e di bin siya pevçûnan de dijî. Lêbelê bangên îro birêz Abdullah Ocalan li Îmraliyê ji bo bêdengkirina çekan dike, axaftinên birêz Devlet Bahçelî yên têkildarî xwişk-biratî û hevgirtina neteweyî de û li dijî vê gavên her du alî diavêjin, li welatê me anî ber serdemeke nû. Ev pêvajo, di heman demê de li gorî daxwaza aştiyeke birûmet a gelê Kurd e.”
‘LÊGERÎNA KURDAN JI BO HEMWELATIYA WEKHEV E’
Ozlem Kulahçi Tanaman, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Lêgerîna aştiya birûmet a Kurdan ne tenê daxwaza bêdengkirina çekan e, di heman demê de daxwaza wan a ji bo azadbûna nasnameya wan jî heye. Lêgerîna Kurdan, tê wateya misogerkirina hemwelatiya wekhev û jiyaneke azad a bi ziman, çand û baweriya xwe ye. Aştiyeke birûmet, misogeriya herî pêbawer a bihêzkirina hevgirtina civakî ye. Rewşa bêpevçûnî ya piştî van banga ava bûyî, bi qasî di qada civakî de, ewqas jî di qada aboriyê de bi xwe re encamên erênî anî. Ev komîsyona di bin sîwana meclisê de hatiye avakirin jî îfadeya veguherîna vê pêvajoyê ya aştiyê ye. Ji bo meseleya esasî ew e ku ev pêvajo tenê bi bêpevçûniyê bisînor nemîne û veguhere aştiyeke mayinde, demokrasî û pêşketina aboriyê.”
Ozlem Kulahçi Tanaman, anî ziman ku divê gel, civak, bawerî û hwd. ên cuda weke gefekê neyên dîtin û got: “Xuyanîbûna jinan a di hilberandin, siyaset û mekanîzmayên biryardayînê de, misogeriya aştiyê ye. Misogeriya herî mezin a aştiyê, zemîna destûra bingehîn e. Divê gavên hatine avêtin bi qurbanî aloziyên siyasî yên pêş neyên kirin. Divê her dora civakî xwe di bin misogeriya destûra bingehîn de hîs bike û wekhevî, maf û azadî bên misogerkirin.