Ji şervanên HSD û YPJ’ê bo gelê Kurdistanê peyam: Em hêza xwe ji we digirin
- Rojane
- |
- 24 Çile 2026 13:34
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Şervanên HSD û YPJ’ê peyameke bidîmen parve kir. Şervanan, ji ber piştevaniyê spasiya gel kir û got: “Em hêza xwe ya berxwedanê ji we digirin, bila her kes berê xwe bide Rojava.”
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji gelê Kurd ê çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê re peyameke bidîmen şand. Şervanên li eniyên berxwedanê yê gundê Til Barût ê ku bi 20 kîlometreyan dûrî Hesekê ye û di navbera Hesekê û Reqayê de ye, peyam şand.
Peyama şervanan wiha ye:
“Em li Til Barûtê ne. Weke ku hûn jî zanin em li eniyên şer in. Di serî de Rêber Apo em hevalên xwe hemûyan û gelê xwe silav dikin. Em careke din soz didin ku em ê welatê xwe azad bikin. Em ê heta dawiyê li be xwe bidin. Dijminekî me heye ku êriş dike û gelê me koçber dike.
Em silavên xwe ji çar parçeyên Kurdistanê re dişînin. Bi taybetî gelê me yê li başûr û bakurê Kurdistanê sînor ji holê rakir. Gelê me yê li Ewropayê bi çalakî û manewiyata xwe moraleke mezin da me. Di serî de gelê Nisêbîn û Pirsûsê gelê me yê li Bakur jî çalakiyên mezin lidar xist û em berxwedana wan silav dikin. Em hêzê ji gelê xwe werdigirin ku ji çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe dide. Em gelê xwe vedixwînin Rojava.”