WAN - Bi hezaran kes li Erdîşê li dijî êrişên ser Rojava dakete qadan û meş li dar xist. Di meşê de êriş hatin protestokirin.
Li dijî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser rojavayê Kurdistanê, bi beşdariya hezaran kesan li navçeya Erdîşê ya Wanê bi pêşengtiya DEM Partiyê meş hat lidarxistin. Di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Kobanê dê ji DAIŞ’ê re bibe goristan”, “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin û pankartên “Rojava dê ji DAIŞ’ê re bibe goristan”, “Rojava xeta me ya sor e, jin, jiyan, azadî” hatin hilgirtin. Ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran kes tev li meşê bûn. Meş, li Sûka Vesazkirina Bajar bi dawî bû û li vir daxuyanî hate dayin.
‘KOBANÊ DÊ TU CARAN NEKEVE’
Dayika Aştiyê Saîd Ulugana di daxuyaniyê de axivî û got: “Weke Dayikên Aştiyê em dixwazin ev şer demildest bê bidawîkirin û aştî çêbibe. Bila tu dayik negirîn û zarokên xwe binax nekin. Ji bo aştiyê em çûn Meclisê. Bila vê bizava me bibînin û şer bi dawî bikin. PKK’ê tişta diket ser milê xwe kir. Devlet Bahçelî û îktîdar bila soza xwe bicih bînin. Bila vî şerî demildest bi dawî bikin. Zîhniyeta DAIŞ’ê bêhurmetiyê li cenazeyên me dike. Ev çi wijdan e? Bila dilê her kesî rehet be ku dê Kobanê nekeve.”
‘EM Ê BI HEV RE SERKEFTINA ROJAVA BIBÎNIN’
Wekîla DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli jî got ku Rojava bi tenê nîne û got: “Em ê her tim xwedî li Rojava derkevin. Em îro li Erdîşê ne. Anku cihê Komkujiya Zîlanê lê hatiye kirin. E duh li vir bûn û îro jî li vir in. Kesek nikare serî bi me bide tewandin. Em ê bi hev re serkeftina Rojava bibînin. Em li xaka we li ser kal û pîrên me qetilkirin bang dikin; destê xwe ji Rojava bikişînin. Çekên we duh li dijî dewleta DAIŞ’ê bi kar anîn, îro li dijî gelê Kurd ê têkoşîna rûmetê dimeşîne bi kar neyînin. Bila hemû dinya wehşeta li Rojava tê kirin bibîne. Werin em bi hev re çareseriyê nîqaş bikin. Birêz Abdullah Ocalan weke muxatabê çareseriyê rêyê nîşanî we dide.”
Piştî daxuyaniyê, bi hezaran kes heta pêşiya avahiya DEM Partiyê meşiya. Girseya ku demekî dirêj li vir sekinî, dirûşm berz kir û ji bo Rojava banga berxwedanê kir.