PJAK: Şîna Kirmaşan û Îlamê dê veguhere dengê berxwedanê
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Lijneya Rêveber a PJAK’ê Rêbwar Awdanan, diyar kir ku ji ber komkujiyên li Kirmaşan û Îlamê di şînê de ne û got: “Dê ev şîn veguhere dengê berxwedan û edaletê.”
Endamê Desteya Rêveber a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Rêbwar Awdanan, têkildarî xwepêşandanên li rojhilatê Kurdistan û Îranê, komkujiyên li Îlam û Kirmaşanê axivî.
Rêbwar Awdanan diyar kir ku bûyerên ku di dema xwepêşandanên meha Çile ya 2026’an de li Kirmaşan û Îlamê rûdan, beşeke ji jenosîdên bixwîn ên li dijî Kurdan e û got: “Ev komkujî bi bêdengî çêbûn. Îlam û Kirmaşan jî rûbirûyê heman tişta ku niha li Kobanî û seranserî Rojava rû dide bû. Ferqa di navbera DAIŞ’iyên Colanî û DAIŞ’iyên Xamaneyî de tenê di şêwazê pêkanîna tawanan de ye. Yek ji wan wêne û dengên sûcên xwe çêdike ji bo tirsandina cîhanê, yê din jî wêne û dengên sûcên xwe tahrîf dike daku hêza xwe ya çewisandinê nîşan bide.”
Awdanan, bi berdewamî got: “Îro Kirmaşan û Îlam şîn digirin, lê ev şîn dê bibe berxwedan û dengê xwe ji bo daperiyê bilind bikin. Dîroka Kirmaşan û Îlamê nîşanî me dide ku trajedî û xemgîniyên mezin hertim bûne sedema hêrseke mezintir û berxwedaniyek mezintir.”
Bi domdarî Rêbwar Awdanan wiha got: “Piştî sedsal ji siyaseta ferzkirinê ya li herêmê, bi tevgera şoreşgerî ya ‘Jin, jiyan, azadî’ li Melîkşah, Abdanan, Serbeleh, Kirmşan, Şebad û Hersînê bi serhildana di meha çile de bersiv hate dayîn. Bêguman xelkê ku îro şînê digire, wê bersivek dîrokî bidin wan komkujî û jenosîdên ku hêzên Komara Îslamî li beramberî wan kirine. He çiqas îlam û Kirmaşan bîrîndarin, lê hîna jî wek Bêstûn, Peraw, Manşit û Kewirkêw bi serbilindî sekinîne. Zagros bi giranî birîndare, lê dilê wê ji her demê zêdetir ji bo azadiyê lêdide."