Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn çû serdana Waliyê Hesekê
- Rojane
- |
- 7 Sibat 2026 16:06
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê Merwan El Elî çû serdana Waliyê Hesekê Nûredîn Îsa.
Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê ku ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve hatiye tayînkirin Merwan El Elî serdana parêzgarê Hesekê Nûredîn Îsa Ehmed kir. Civîn li qesra parêzgehê di navbera her du aliyan de ji çapemeniyê re girtî çêbû û di civînê de fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Xelîl Elî jî amade bû.
Merwan El Elî piştî civînê pirsên rojnamegeran bersivand û got civîn erênî bû û entengrasyon baş bi rê ve diçe. El Elî, bi domdarî got ku her sê bendên lihevkirina 29’ê Çileyê pêk hatine. El Elî her wiha got: "Me li ser gelek mijaran li hev kiriye, bi taybet pêkanîna bendên lihevkirinê. Balafirgeha Qamişloyê û çavkaniyên Rimêlanê yên enerjiyê dewr girtine.
El Elî ji bo Kobanê jî got: “Rewşa Kobanê bi rewşa giştî ya herêmê ve girêdayî ye. Wê rewşa Kobanê asayî bibe û mijara koçberan sereke ye û li ser vê dosyayê dixebitin. Em bi hêvî ne ku alozî sivik bibe û hinek mijarên teknîk hene, bi mijara koçberan ve girêdayî ne, dê her du alî li ser bixebitin."