Li Bazîdê meşa Newrozê: Ji bo Ocalan 77 meşale hatin vêxistin

Parve bike:

AGIRÎ - Li navçeya Bazîd a Agiriyê agirê ewil ê Newroza 2026'an hate pêxistin. Di meşê de ji bo 77 saliya temenê Abdullah Ocalan 77 meşale hatin vêxistin.

 
Girseya ku li ber avahiya navçeyê ya DEM Partiyê kom bû, bi 77 meşaleyên di destên xwe de, ji Kolana Mem û Zînê heta Parka Şaredariyê meşekî bi meşale li dar xist. 
 
Bi munasebeta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 4'ê Nîsanê de dikeve 77 saliya xwe, girseyê 77 meşale hilgirtin. Di dema meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.
 
Girseya ku gihîşt Parka Şaredariyê, li vir agirê yekem ê Newroza 2026'an geş kir. Parlamenterên DEM Partiyê yên Agiriyê Nejla Demîr, Heval Bozdag û Sirri Sakik, parlamenterê Îdirê Yilmaz Hûn û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn.
 
Piştî vêxistina agirê Newrozê, girseyê govend gerand. Çalakî piştî gerandina govendê bi dawî bû.