Di çalakiyên 25’ê Mijdarê de jinên îranî hatin silavkirin!

  • jin
  • 18:48 27 Mijdar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku ji bo 25’ê Mijdarê li Enqere û Stenbolê hatin gelhev, jinên li Îranê li ber xwe didin silavkirin. 
 
Meclisên Jinan û Platforma Em ê Pêşiyê li Cînayetên Jinan Bigirin (KCDP), di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navnetewî de li navçeya Kadikoy a Stenbolê hatin cemhev. Polîsan qedexeya qeymeqamtiyê nîşan dan û Rihtima Kadikoyê dorpêçkirin. Di navbera polîsan û jinan de nîqaş derket. Jinan pankarta “Em cihaneke bêtundî û kedxwariyê bi têkoşîna xwe qezenc bikin” vekirin û dirûşmeya “Ne ji jinan re ji kujeran re barîkatan deynin” berz kirin. 
 
GELEK JIN BINÇAVKIRIN
 
Jinan her wiha bi gotinên “Em biryara qedexeyê nas nakin. Barîkata ku ji jinan re hatiye danîn kujeran biwêrek dike. Bila bimre dîktatoriya AKP’ê” bertek nîşanî biryara qedexeyê dan. Polîsên ku jin dorpêç kirin, jinên çalakger binçavkirin. Polîsan her wiha êrişî rojnamevanan jî kirin.  
 
 Platforma Em ê Pêşiyê li Cînayetên Jinan Bigirin aşkera kir ku Sekretera wan a Giştî Fîdan Ataselîm jî di nav de zêdetirî 40 jinan hatin binçavkirin. 
 
ENQERE  
 
KCDP û Meclisên Jinan li Enqereyê li Cadeya Sakaryayê jî di çarçoveya 25’ê Mijdarê de hatin gelhev. Jinên ku dowizên “Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin” , “Jinên ku li Îranê li ber xwe didin wê qet tenê nemeşin” û “Em ê azad bijîn, pêşî li cînayetên jinan bigirin” hilgirtin, dirûşmeyên “Tundî wê xelas bibe em ê wekhev bijîn” , “Em ê dijminên jinan bişînin” û “Porê Mashayê ala me ya azadiyê ye” berz kirin. 
 
BERXWEDANA LI ÎRANÊ 
 
Endama KCDP’ê Tûana Gencer, bi bîr xist ku doza girtinê li komeleya wan hatiye vekirin û wiha got: “Dozên bêhiqûqî wê nikarin ji têkoşîna me re bibin asteng. Em ê têkoşîna xwe ya pêşî lê girtina cînayetên jinan berdewam bikin.” Gencer, Jîna Emînî ya li Îranê hate qetilkirin bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Jinên li Îranê li ber xwe didin qet ne bi tenê ne. Jin li çar aliyê cîhanê ji bo azadiya xwe têdikoşin. Jinên li Îran û Efxanistanê li ber xwe didin silav dikin. Silav ji jinên bi berdêla canên xwe ji bo azadiya xwe têdikoşin re.”
 
Endama KCDP’ê Sena Koykolû jî wiha got: “Kesên beriya 10 salan cînayetên jinan qebûl nedikirin niha jî LGBTÎQ+’yan tune dihesibînin. Meşên nefretê dikin. Li dijî van êrişan em bi hev re li vir in. Ne keskesor cihekarî sûc e.”